Sancar: Hêrsa têkçûna xwe bi doza girtina partiya me nîşan didin 2021-03-31 13:21:08 MÊRDÎN -  Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar destnîşan kir ku vekirina doza girtina HDP’ê ji ber têkçûna AKP’ê ya di hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adara 2019’an de ye û got: “Îqtidar ji ber vê tecrûbeya bi êş û tiştên me bi serê wê de anî niha jî li dijî me, partiya me û gelên me bi hêrs e û doza girtnê vekiriye.”    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi boneya salvegera duyemîn a Hilbijartina Xwecihî ya 31’ê Adara 2019’an li Mêrdînê forûma bi sernavê “Ji Bo Vîna Gelan Edalet” li dar xist. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar û siyasetmedar Ahmet Turk wek axiver beşdarî forûmê bûn. Parlamenterên HDP’ê yên bajarên Bakurê Kurdistanê, hevşaredarên HDP’yî yên qeyûm trayînî şûna wan hatin kirin, endamên mecîsên şaredariyan, rêveberên HDP û DBP’ê, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û welatî tevli forûmê bûn. Forûm li eywana konferansê ya otelek li Mêrdînê pêk hat û bi nîşandana sînevziyonê dest pê kir.    JI BO AZADIYÊ TÊKOŞÎN    Piştî nîşandana sînevziyonê Hevşaredarê Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk ê qeyûm tayînî şûna wî hat kirin axivî û wiha got: “Em xwedî feraseta siyasî ku tenê ne ji bo kurdan ji bo tevahiya gelan azadiyê dixwaze ne. Yên ku ku tehamulî vê nake îro adeta li dijî siyaseta kurd nêzîakatiyek qedandinê nîşan dide. Wek ku hûn dizanin îro jî rakirina destnedayîna gelek parlamenterên me di rojevê de ye. Herî dawî jî doza girtina partiya me vekirin.”    DIVÊ HELWEST Û SEKNEK XURT WERE NÎŞANDAN    Wek ku di sernavê civîna me de jî eşkere dibe ‘Em edaletê dixwazin.’ Em ji bo edaletê hewl didin, lê ev tenê têr nake. Divê em bi civakî rêxistinek xurt bikin û derkevin rê. Divê em hemû bi berpirsiyariya anîna edaletê rabin. Di serî de em kurd û hemû bawerî û netewên din divê em bi seknek xurt li dijî zîhniyeta dixwaze pêşiya me bigire û siyaseta me asteng dike bisekinin û rabin. Em neçarin vê seknê nîşan bidin. Dema ev helwest were nîşandan em ê dikaribin gelek tiştan biguherînin. Em dikarin bi vî awayî siberoja xwe mîsoger bikin. Heke em li dijî van neheqî û bêhiqûqî û tune hesibandina gelê kurd ranebin, wê siberoja zarokên me jî bikeve tariyê û wê fatûreya wê giran be.”    ‘SERKEFTIN A ME YE’    Turk anî ziman ku ji dema raborî heta îro gelek partiyên wan hatine girtin û axaftina xwe wiha domand: “Em ji sedî 6,2’yan derketin ji sedî 13’yan. Gelek partiyên me hatin girtin lê belê gelê kurd û dostên xwe têkoşînê esas girtin. Îro jî hilbijartinek pêk were wê partiya me ji sedî 13’yan zêdetir deng werbigire. Em xwedî partiyek wiha ne. Tu feydeya girtina partiyan nîne. Tevî ku her kes vê dizane jî lê siyasetek wisa li dijî me bi rê ve dibin. Dixwazin gelê kurd û kesên baweriya wan bi demokrasiyê heye biceribînin. Ên ku bersiva vê bidin jî em in. Mijara girtina partiyan helbet ji bo me gelek girîng e. Lê belê em bêvebijêrk, bêçare nîn in em partiyek afirîner in. Çimkî em bi bawer in û em têkoşîna gelê xwe bi rê ve dibin. Serkeftin a me ye.”   OZTURK: GELÊ ME BERSIV DA    Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk jî axivî û wiha got: “Ez di destpêkê de Serokê Komara Kurdistanê Qazî Mihemed ê 74 sal berê li Meydana Çarçira bi darve kirin û hevalên wî bibîr tînim. Bi vê komkujiyê xwestin têkoşîna azadiya Kurdistanê biqedînin. Lê belê kurdan vê pûç kir. Gelê kurd di 8’ê Adarê û Newrozê de got ‘vaye em li vir in’. Serkeftin a gelê me ye. Bila tu gumana me ji vê tune be.”    SANCAR: EM Ê BI GELÊ XWE RE BIŞÊWIRIN    Herî dawî Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar axivî û peyamên girîng da. Axaftina Sancar wiha ye:    Em di bi pêvajoyek giran re rûbirû ne. Em vê pêvajoya ku bi êrişên dijwar re rûbirû ye bi derdorên cuda û hêzên demokrasiyê re bi rê ve dibin. Çimkî ev êriş tenê ne li ser HDP’ê ne, bi ser HDP’ê re dixwazin îradeya gelê kurd tune bikin. Dixwazin demokrasiyê, edaletê û hiqûqê tune bikin. Dixwazin rejîma otorîter li vî welatî bidin rûniştandin. Ji ber vê em di nava hev de axivîn û fikirîn ku ev têkoşîna me ya heyî têrê nake. Me biryar girt ku em bi şêwirandina bi hev li bajarên kurdan bidin destpêkirin. Me xwest em şêwirandina bi nûnerên van bajaran re pêk bînin. Civîna ewil a şêwirandinê li me li Mêrdînê da destpêkirin.    31’Ê ADARÊ ROJA TÊKÇÛNA WAN E   Civîna me ya îro gelek girîng e. Sedemek taybet a vê civîna me heye. Îro salvegera duyemîn a hilbijartina xwecihî ye. Du sal berê hilbijartina xwe cihî pêk hat û me îqtidarê têk bir, me bi stratejiya xwe derbeyek giran lê da. Aktorê herî girîng a vê têkbirinê HDP bû. Me di hilbijartinê de îradeya gelê kurd bi awayek xurt danî holê. Û hem jî li rojavayê Tirkiyê me strajiyek danî holê û îqtidarê li gelek bajarên mezin têk bir. Me ji hêzên demokrasiyê re qadê vekir û derdor fireh kir. Armanca me ev bû û ew armanc pêk hat. Yek ji xala herî girîng a vê armancê jî ew bû ku bloka îqtidarê xist nava krîza nebirêverinê. 31’ê Adarê dîroka ku îqtidar nikaribû xwe fetilîne ye. Îqtidarê ji vê têkbirinê tecrûbeyek bi êş wergirt. Me vê êşê bi serê wan de anî. Ji ber vê yekê jî sedema hêrsa wan a li dijî me, partiya me û gelên me tê fêmkirin. Li gelek deveran heval û hevrêyên me binçav kirin û girtin. Destnedayîna me anîn rojevê. Niha jî nizanin çi bikin doza girtinê li partiya me vekirine û pêvajoya hewldana girtinê dan destpêkirin.    DOZA GIRTINÊ LI MHP’Ê HAT AMADEKIRIN    Em dizanin îdianameya doza girtina HDP’ê li ku hatiye amadekirin. Ev îdianame ne li avahiya Serdozgeriya Dadgeha Bilind hatiye amadekirin. Ev îdianame ne li ber destê dadwer û hiqûqzanên xwedî raye hatiye amadekirin. Ev îdianame li avahiya navenda giştî ya şirîkê biçûk ê îqtidarê hatiye amadekirin. Herî dawî jî li qesrê hatiye teşekirin û pişt re jî hewaleyî Serdozgeriyê kirine. Jixwe dema meriv îdianmeyê dixwîne bi tiştên eletewş, bi nakokiyan tije kirine. Di hundirê îdianameyê de tiştek şênber nîne. Axaftinên me kopî kirine û pê ve zeliqandine û bicih kirine û radibin wisa me sûcdar dikin. Jixwe bersiva me ji van sûcdarkirinan re heye. Bersiva herî xurt jî çend roj berê li meydanên Newrozê bi milyonan kes da. Hûn çi dikin bikin, hûn bi kîjan lîstikan bi ser me ve tên werin em ê meşa xwe bidomînin. Gelê me bersiv û peyama vê yekê bi awayê herî xurt da.    ÎDIANAME LI DIJ HIQÛQÊ YE    Em bi hêvî û bawer in ku wê ew dadger û dozger ji bo vekirina doza girtina partiya me bi wîjdan tevbigerin. Em li bendê ne ku vekirina doza girtinê red bikin.    EW ÇI DIKIN BILA BIKIN, LÊ EM Ê HILBERÎNIN    Rêya me û armanca me diyar e. Rêya me azadî, demokrasî û edalet û aştî ye. Ji bo em van armancan pêk bînin tu gumanên me nîn in. Me armancên xwe diyar kiriye. Em ê partiya xwe li ser pêya bihêlin û mezin bikin. Em ê HDP’ê biparêz in û berfireh bikin. Di vî warî de biryara me zelal e. Em ê terza siyaseta ku çarenûsa vî welatî diyar dike jî bidomînin. Dawiya dawî jî wê sindoq werin danîn, hilbijartina pêşwext dibe an jî ya di dema xwe de dibe. Tercîha me hilbijartina pêşwext e. Di kîjan dîrokê de pêk tê bila were, me riya herî bi bandor a siyasî diyar kiriye. Em ê di asta herî dawî de bi hêz bixebitin. Em ê giraniya xwe deynin ser hevsengiya siyasî ya Tirkiyê. Ew çi dikin bila bikin em ê siyasetê hilberînin.    NEXŞWERÊYA ME DIYAR E    Nexşerêya me û rotaya me diyar e. Armancên me li holê ne. Em bi şêwreya li gel gelê me, hêzên demorkasiyê, her derdora xwedî wijdan bixebitin û rêya xwe bidomînin. Armanca hewldana girtina HDP’ê tenê girtina HDP’ê ye. Meseleya vê girtinê meseleya pêşîlêgirtina demokrasiya Tirkiyê û gelên Tirkiyê ye. Ev pêvajoya pêvajoya ku çarenûsa gelan, azadî aştî û demokrasiyê diyar bike ye. Heta ji destê me were em ê jî bi ji bo aştî, demokrasî û edaletê bişêwirin û piştî me van hemûyan nîqaş kir, em ê wek rêveberiya partiya me biryarek şênber eşkere bikin.”