Bi çalakiya rûniştinê bal kişandin ser tecrîdê 2021-03-31 14:18:09   AMED - Rêveberên HDP’ê û komeleyan bi çalakiya rûniştinê bal kişandin ser tecrîd û greva birçîbûnê.    Rêveberên Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Amedê ji bo balê bikişîne ser greva birçîbûnê ya di roja 125’emîn de li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li zindanan berdewam dike, li ber Abîdeya Mafê Mirovan ku li Parka Koşûyolû ye daxuyanî bide çapemeniyê. Rêbeveberên HDP’ê, aktîvîstên TJA’yê, rêveberên DBP, TUAY-DER’ê û MEBYA-DER’ê ji bo daxuyanî bidin hatin parkê. Polîsan rêveberan dorpêç kir û destûr nedan daxuyaniyê.    Polîsan anonsa destûr nedayîn kir û rêveberan jî li dijî vê anonsê dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.    Hevserokê Rêxistian DBP’ê ya Bajêr a Amedê Mehmet Bakir ji bo daxuyanî bê dayîn bi polîsan re hevdîtin pêk anî lê belê li gel vê yekê jî polîsan got “ew destûra daxuyaniya tecrîd û greva birçîbûnê” dê nedin.    Li ser vê yekê rêveber çalakiya rûniştinê li dar xist û dirûşmên ji bo piştevaniya bi girtiyan re berz kirin.    Di kêliya çalakiya rûniştinê de polîsan, rojnamevanan asteng kir û nehiştin wêne û dîmen bigirin.