Li Wanê civîna ‘HDP wê rêya xwe dewam bike’ 2021-03-31 15:00:52   WAN - Li Wanê, bi şîara “HDP wê rêya xwe dewam bike, em ê HDP’ê biparêzin û teqez bidin jiyîn” civîna gel hat lidarxistin.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Wanê, bi şîara “HDP wê rêya xwe dewam bike, em ê HDP’ê biparêzin û teqez bidin jiyîn” li baxçeyê avahiya partiyê civîna gel hat lidarxistin. Endamên Partiya Herêmên Demokrastîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek welatî beşdarî civînê bûn.    Hevserokên HDP’a Bajêr Handan Karakoyûn û Fikret Dogan, di civînê de axivîn û wiha gotin: “Em ê li her derê daxwazên xwe yên demokratîk, aştiyê, wekheviyê û edaletê bînin ziman. Li dijî zext û êrişên li ser partiya me, emê bi hev re têkoşîna xwe mezin bikin. Îro dixwazin partiya me bigirin. Ev tê wateya girtina hemû qadên xwe îfadekirina beşên mûxalîf. Bi vê dixwazin darbeyê li têkoşîna me bidin.”    Hevserokê DBP’ê yê Bajêr Çetîn Ûyar jî, axaftinek kurt kir û wiha got: “Divê em xwedî HDP’ê derkevin.”    Piştî axaftinan, civîn bi lêxistina çepikan û gerandina guvendê bi dawî bû.