Piştevaniya nobeta ‘Edaletê’ di roja 23’yemîn de didome 2021-03-31 16:47:23   RIHA - Seredanên piştevaniya Emîne û Ferît Şenyaşar ên bi daxwaza “Edaletê” 23 roj in di çalakiyê de ne, didomin.   Seredanên piştevaniya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ên li ber Edliyeya Rihayê yên Nobeta “Edaletê” di roja 23’yemîn de didomin. Malbat li pêş peykerê Ataturk ê di ketina avahiyê de çalakiya xwe didomîne. Rêveberên Şaxa Egîtîm-Sen a Rihayê, xwendekarên zanîngehê û aktivîstên TJA’yê yên Edenê û Mêrsînê îro malbat ziyaret kirin.    Ewilî rêveberên Egîtîm Sen’ê malbat ziyaret kirin. Ferît Şenyaşar binpêkirinên mafan ên di dema nobetê de ji rêveberên Egîtîm Sen’ê re vegot û diyar kir ku duh ji bo li ser kaxizê “Edalet” dinivîsî hatin binçavkirin. Şenyaşar, derbarê danişîna di 2’yê nîsanê de li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê bê dîtin de agahî da û diyar kir ku dadgeh di bin zexta siyasî de ye.   ‘BILA EDALET BI CIH WERE’   Emîne Şenyaşar jî kêliyên komkujiya li nexweşxaneyê hat kirin ku bû şahid vegot û wiha bang li dozgerê dosyayê kir: “Te sond xwar ku wê ‘bi edalet bî’, hatî wî meqamî. Bila qeydên nexweşxaneyê bên derxistin û edalet bi cih were.” Dayik Şenyaşar da zanînku heke qeydên nexweşxaneyê bên derxistin û kurê wê yê di êrîşê de giran birîndar bû û hat girtin bê berdan wê çalakiya xwe bi dawî bikin û wiha got: “Em 23 roj in li vir in, em jî westiyan bila êdî edalet bi cih were.” Hevserokê Şaxa Egîtîm Sen’a Rihayê Mahmût Bînîcî li ber dilê Şenyaşar da jî diyar kir ku daxwaza malbatê ya edaletê daxwaza wan e û anî ziman ku wê din ava piştevaniyê de bin.   XWENDEKAR DI GBT’Ê RE DERBAS KIRIN   Pişt re xwendekarên Zanîngeha Nevşehîr, Ege û Harranê malbat ziyaret kirin. Xwendekaran ji malbatê derbarê tiştên bi serê wan hatin de agahî girtin. Dema xwendekar ji cem malbatê veqetiyan polîsan ew di Lêgerîna Agahiyên Giştî (GBT) re derbas kirin.   JI JINAN SEREDAN   Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) ên ji Edenê û Mêrsînê hatin Rihayê jî malbat ziyaret kir. Ji ber li pêş avahiya edliyeyê destûr nedan hevdîtin pêk werer mekaneke nêzîkî cihê çalakiyê hevdîtin pêk hat. Dayik Şenyaşar derbarê tiştên bi serê wan hatin de jin agahdar kir. Jinên ku diyar kirin bi malbatê re di nava piştevaniyê de ne, demekî dirêj bi dayik Şenyaşar re sohbet kirin. Jinan piştî seredanê xwest li pêş mekanê lê kombûyî bi dayikê re daxuyaniyê bidin lê polîsan bi hinceta “Qedexeya Walitiyê” heye daxuyanî asteng kirin. Dûre aktivîsta TJA’yê Bedriye Kûş bertek nîşanî polîsan da û wiha got: “Dayikek 23 roj in li peş avahiya edliyeyê rûdine. Em jî weke jin ji Edene û Mêrsînê hatin ku wê ziyaret bikin û diyar bikin em li cem wê ne. Bêguman wê edaleta îlahî pêk were.”   Dayik Emîne Şenyaşar jî bertek nîşanî helwesta polîsan da û wiha got: “Şûna hûn ku me asteng bikin bila wê kesên komkujî pêk anî astengkiribûna.” Di pêvajoya çalakiyê de jin 3 caran di GBT’ê re hatin derbaskirin.