Kesên nasnameya wan ne diyar li Licê malekê gulebaran kirin 2021-04-01 02:13:42 AMED – Li gundê Mişrif ê navçeya Licê mala welatî Mehmet Şah Bozkûş hat gulebarankirin. Li gundê Mişrif ê navçeya Licê ya Amedê, kes ango kesên nasnameya wan nediyar saet derdora 23.00’an 2 caran li ser hev mala welatiyê bi navê Mehmet Şah Bozkûş bi çekên otomatîk gulebaran kirin. Keça Mehmet Şah Bozkûş, Leyla Bozkûş, têkildarî bûyerê ji Ajansa me re axivî û ev agahî dan: “Beriya ku gulebaran dest pê bike ceyrana gund hat birîn. Piştî birîna ceyranê bi çend deqeyan 2 kesan gule li mala me reşandin. Dema gulereşandinê em 6 kes li malê bûn. Bi reşandina guleyan re me xwe avêt erdê û li Qereqola Cendirmeyan a Hezanê geriyan û me ji wan alîkarî xwest. Lê ji qereqolê ji me re gotin ku ji ber ewlehiyê ew nikarin bên û sibê serê sibehê bên cihê bûyerê. Gelek gule reşandine. Gule li mitbax, siwan û wesayîta me ketine. Di hêla can de xesara me tuneye lê mal û wesayîta me xesar dîtine.” Dozgeriya Komarê ya Licê, derbarê de bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin.