Rojnameger Turfent di çalakiya greva birçîbûnê de ye 2021-04-01 10:14:38   WAN – Rojnameger Nedîm Turfent ku tevlî çalakiya greva birçîbûnê ya di roja 126’emîn de didome bû, diyar kir ku ji bo li dijî tecrîda Îmraliyê bibe deng tevlî çalakiyê bûye û ev tişt got: “Dawîkirina tecrîdê wê bêhna me bîne ber me.”   Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger ku bi daxwaza bi dawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 27’ê Mijdara 2020’an de li girtîgehan hat destpêkirin, di roja 126’emîn de didome. Rojnameger Nedîm Turfent ku li Girtîgeha Ewlihya Bilind a Wanê girtî ye jî tevlî çalakiya greva birçîbûnê bû.   Turfent, di peyama ku bi rêya malbata xwe şand de ev tişt got: “Wezareta Edaletê pandemiyê weke qenciyekê girtiye dest û tecrîda ku bi salan e li Îmraliyê tê pêkanîn li tevahiya girtîgehan belav kiriye. Hewl tê dayîn ku girtî di bin tecrîdeke giran de bêbêhn bên hiştin. Hemû mafên me ji holê hatine rakirin, ji bo ku ez jî li dijî tecrîdê bibim deng ji îro ve dikevim çalakiya greva birçîbûnê ya 5 rojan. Dawîkirina tecrîdê wê bêhna me bîne ber me.”