Dibe ku çavê girtiyê nexweş kor bibe 2021-04-01 10:59:42   AMED – Girtiyê nexweş Yucel Kaya ku li Girtîgeha Xarpêtê girtî ye, ji ber ku nehat tedawîkirin bi xetereya ku çavê wî kor bibe re rûbirû ye.    Girtiyê nexweş Ycel Kaya (32) 4 sal in li Girtîgeha Hejmar 1 a Ewlhiya Bilind a Xarpêtê girtî ye, ji ber ku nehatiye tedawîkirin bi xetereya ku çavekî wî kor bibe re rûbirû ye. Kaya, di sala 2015’an de dema ku xwendekar bûye bi angaşta “endamtiya rêxistinê” hatiye girtin û piştî sal û nîvekê hatiye berdan. Di heman hincetî dîsa doz li Kaya tê vekirin û piştre tê girtin û 4 sal in li Girtîgeha Xarpêtê ye.    JI BO EMELIYATÊ 7 MEHAN HATIYE RAWESTANDIN   Birayê Kaya Ozel Kaya, diyar kir ku pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê yên kekê wî hene û rêveberiya girtîgehê li hemberî rewşa kekê wî xemsar tevdigere û wiha got: “Nêzî salekê ye çavê kekê min dêşê. Bi xetereya ku çavê wî kor bibe re rûbirû ye. Em têkildarî rewşa kekê min baş agahî nagirin. Di adara sala borî de me wî ji bo emeliyatê bir Stenbolê, lê ji ber pandemiyê emeliyat nekirin. Heta 7 mehan li Girtîgeha Metrîsê ma û dîsa wî şandin Girtîgeha Xarpêtê. Hefteya boriye me hîn kir ku di nav 15 rojan de wî 2 caran rakirine nexweşxaneyê. Ji ber vê 2 caran 10 rojan di hucreya yekkesî de wî kirine qarantînayê.”   ‘BILA GIRTIYÊN NEXWEŞ BÊN BERDAN’   Kaya, destnîşan kir ku gelek sedemên ku li girtîgehan rê li ber nexweşiyan vedikin hene û da zanîn ku di demên pêş de îhtimal heye rewşên girtiyên nexweş ne baş bibe û wiha got: “Ji ber şertên fizîkî yên girtîgehan divê girtiyên nexweş bên berdan. Ji bo kekê xwe ez ê serî li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê bidim û piştgiriya hiqûqî bixwazim.”