Polîsan êriş kir: Ferît Şenyaşar rakirin nexweşxaneyê 2021-04-01 11:48:50   RIHA - Polîsa di roja 24’emîn a nobeta “Edaletê” ya li ber Edliya Rihayê de, êrişî Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar kirin. Ferît Şenyaşar rakirin nexweşxanê.   Çalakiya nobeta “Edaletê” ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar a li ber Edliya Rihayê, di roja 24’emîn de dewam kir. Polîsan cardin êrişî malbatê kir û di êrişê de Ferît Şenyaşar ji ser hişê xwe çû û wî rakirin nexweşxanê.   Malbata Şenyaşar di saetên serê sibê de, hat ber Edliya Rihayê û xwest di nava edliyê de dest bi çalakiya xwe bike. Polîsan malbat ewil derxist derveyî edliyê. Ferît Şenyaşar xwest ji derveyî edliyê çalakiya xwe dewam bike. Amîrê Şaxa Ewlekariya Rihayê, ji Ferît re got, “tu yê derkevî ji derveyî muştemîlatê. Tu yê li vê derê ne rawestî.” Lê Ferît ev yek qebûl nekir. Polîsan li ser vê yekê li Ferît Şenyaşar xistin û xwestin binçav bikin.   Şenyaşar ê ku polîsan xwest wî binçav bikin û bi erdê re kaş kirin, lingê wî dibin wesayîtekê de ma. Şenyaşar ê di vê navberê de ji serê xwe hat derpkirin, hêrs bû û ji ser hişê xwe çû. Piştî Şenyaşar ji ser hişê xwe çû, bangî ambulans hat kirin.   ‘JI ME ÇI DIXWAZIN’   Şenyaşar ê di dema binçavkirinê de bi hêrs bû û ji ser hişê xwe çû, rakirin Nexweşxaneya Perwerd û Lêkolînê ya Mehmet Akîf Înan. Dayika Emîne Şenyaşar û parêzerên wî refaketî ji bo Ferît Şenyaşar kirin. Dayika Şenyaşar bertek nîşanî lêxistina kurê xwe da û wiha hêrsa xwe anî ziman: “Ma emê biçin ku derê, emê li ku derê li edaletê bigerin? Ma hûn çi ji me dixwazin? Gelo hûn çima qatilan nagirin?”    GEF LI NÛÇEGIHANAN XWARIN   Li aliyê din, gef li nûçegihanên Jinnews û Ajansa Mezopotamya yên bûyer dişopandin hatin xwarin û hatin astengkirin.   Ferîd Şenyaşar niha di beşa lezgîn de tê girtin û tedawiya wî dewam dike.