Emîne Şenyaşar: Xwestin Ferît jî bikujin 2021-04-01 13:52:04 RIHA – Emîne Şenyaşar ku polisan li pêş çavên wê lê kurê wê dan û ev tişt got: “Zarokên min beriya 3 salan kuştin, îro jî xwestin Ferît bikujin.”   Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz, di hilbijartinên 24’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê bi xizm û parastvanên xwe êriş biribû ser malbata Şenyaşar. Di êrişê de hevjînê Emîne Şenşayar û 2 kurê wê û kekê Yildiz jiyana xwe ji dest dabûn. Nobeta bi daxwaza “edaletê” ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar a ji ber vê êrişê li ber Edliyeya Rihayê dane destpêkirin di roja 24’emîn de didome. Polisan êrîşê nobetê kir. Dema êrişê polisan Ferît Şenyaşar bi erdê ve kaş kirin û ji ber vê Şenyaşar qrîza sinirê derbas kir û ji ser hişê xwe ve çû. Li ser vê Şenyaşar rakirina Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Mehmet Akîf Înan.      ‘XWESTIN ME BIKUJIN’   Dayika Ferît Emîne Şenyaşar ku li pêş çavên wê polisan li kurê wê dan, van kêliyan ji Ajansa me re vegot. Polisan me bi zorê ji hewşa edliyeyê derxistin. Di nav girseyê de polisek bi lez hat û bi qirika Ferît girt. Bi êrişa vî polisî re Ferît xwest biparêze. Lê 4 polisan wî bi zorê erdê ve kaş kirin. Dema ku Ferît bi erdê ve kaş kirin qrîza sinirê derbas kir û polisan bi pihînan li dan.  Min kir qêrîn û got gazî ambûlansê bikin. Lê kesî gazî nekir. Bi deqeyan bi pihînan li Ferît dan. Me dovîzên ku li ser wan edalet dinivisîne jî dernexistibû. Hatin xwestin me bikujin. Ji bo ku Ferît ji nav dest û lepê wan derxim min hewl da. Dema ku destê xwe kirin sutiyê wî min got wê bişikînin. Zilma ku zarokê min ên kuştî kirin, xwestin îro bi Ferît bikin. Ji xwedê natirsin. Destûr nedan ku kes dîmen bikişîne.”   ‘ZILMEKE MEZIN LI ME HAT KIRIN’   Şenyaşar, dubare got ku edalet nîne û di berdewamê de ev tişt anîn ziman: “Dema ku em li benda encama daxwaznameya ku me dabû bûn, zilmeke mezin li me hat kirin. 24 roj in em rûdinin, lê êriş li me tê kirin. Bi salan e kurekî min jî di hucreya yekkesî de ye. Êdî bes e. Li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê komkujiyek pêk hat. Çima dozger dîmenan vedişêre? Bila qeyd derkevin holê, heke em sûcdar bin bila her du kurên min ên din jî bigirin. Heta ku qeyd derkevin holê em ê li ber derê edliyeyê bin. Heta ku saxbim ez ê doza edaletê bikim. Dozger naxwaze me bibîne. Me çi kiriye? Zarokên min li nexweşxaneyê hatin qetilkirin, em li benda edaletê ne. Kesên me qetil kirine ji xwe re diğerin. Kesên zarokên min kuştin bigirin.”