Li nêzîkî cihê dîrokî yê li Ebexê teqînek pêk hat 2021-04-01 15:51:49   WAN - Hat hîn bûn ku li navçeya Ebexê ya li herema zindanên Qubika yên dîrokî duh bi şev ji ber sedemeke ne diyar, teqîn pêk hatiye.   Hat hînbûn ku li gundê Qubika yê navçeya Ebexê yê Wanê li herêma Zindanên Qubika  duh bi şev ji ber sedemeke ne diyar teqînek pêk hatiye. Dengê teqînê li gundên derdorê jî hat bihîstin. Hat diyarkirin ku piştî teqînê eskeran heremê ji çûn û hatina welatiyan re girtine. Têkildarî mijarê hêj tu daxuyanî nehatine dayîn. Herêma ku di hedefa defînegeran de ye beriya niha jî gelek caran bi bikaranîna dînamîtan hatibû kolan.