Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê: Dengê me bilind bibe, wê tecrîd jî biqede 2021-04-01 16:29:47   STENBOL - Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê banga xwedîderketinê li çalakiya girtiyan kir û gotin: “Em ê bibin dengê girtiyan û wê dawî li tecrîdê were.”   Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê bi armanca balê bikişînin ser greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku di roja 126’an de didome, serdana Platforma Komeleya Rojhilat-Başûrê Rojhilat, Federasyona Komeleyên Êlihê (BADEF) û Komeleya Çavdêriya Koçberan (GOÇÎZDER) kirin.   Endama Îsiyatîfa Dayikên Aştiyê Guler Bugdayci ya di serdana li gel Komeleya Rojhilat-Başûrê Rojhilat de axivî û wiha got: “Divê êdî em bibin deng. Em çiqasî bibin deng, wê ewqas bi lez û bez daxwaz werin qebûlkirin."   Serokê Platforma Komeleyên Rojhilat-Başûrê Rojhilatê Abdulhakîm Daş jî axivî û got: “Hevdîtina birêz Abdullah Ocalan û birayê wî Mehmet Ocalan a li dozgeriyê li dijî qanûnan e. Ev yek dide nîşandan bê ka tecrîd ji bo çi hatiye danîn. Divê weke gel em tiştekî bikin. Divê xwedî li girtiyên siyasî derkevin, an jî wê dewlet qet dawî li tecrîdê neyne."    Endama Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê Hîkmiye Onel jî banga xwederketina çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan kir û got: “Em naxwazin êdî agahiya mirinan bigirin.”    Dayikan pişt re serdana GOÇÎZDER'ê kirin.