Rojnameger Bûldan li ser gora xwe hat bibîranîn 2021-04-01 16:40:37 COLEMÊRG - Malbat û hempîşeyên rojnameger Evîn Bûldan di salvegera mirina wê de li ser gora wê, bi bîr anîn.    Edîtora Rojnameya Rojeva Medya Evîn Bûldan a di 2'yê Nîsana 2017'an de, li Amedê qeyrana dil derbas kiribû û jiyana xwe ji dest da bû, li ser gora xwe hat bibîranîn. Malbat û hempîşeyên rojnameger Bûldanê, di salvegera mirina wê ya 4’emîn de li ser gora wê ya li navçeya Gever a Colemêrgê bi bîr anîn. Di bîranînê de pankarta “Em te ji bîr nakin” hat vekirin.   Ji rêveberên Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firat (DFG) Zeynel Abîdîn Bûlût, berdevka Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) Ayşe Guney, endam û rêveberên HDP’ê yên Colemêrgê û navçeya Geverê û gelek welatî beşdar bûn.    Piştî deqeyek rêzgirtinê rêveberê DFG’ê Zeynel Abîdîn Bûlût axivî. Bûlût, diyar kir ku xebatên Bûldanê dane destpêkirin weke hevrêyên wê dê heta dawiyê bidin berdewamkirin û wiha got: “Weke her ferdekê kurd ê têkoşîna azadiyê dide, em jî tu caran keda hevalên xwe ji bîr nekin û di nivî de nehêlin."   TÊKOŞÎNA WÊ YA ROJNAMEGERIYA JIN   Berdevka MKGP’ê Ayşe Guney jî da zanîn ku Bûldan mîrateyeke mezin ji wan re hişt û wiha got: “Hem di çarçoveya weşangeriya kurdî de û hem jî di rojnamegeriya jin de têkoşîneke girîng da. Heke îro em xwe bi awayekî azad îfade dikin, di encama têkoşîna hevalên weke Evînê de ye. Hem di çarçoveya zimanê dayikê, hem jî rojnamegeriyê de coş û çavên xweşik ên Evînê me ji xwe re weke rêheval dît."   EM LAYIQÎ XEYALÊN WÊ BIBIN   Dayika Bûldan, Nesîbe Bûldanê jî, wiha axivî: “Divê em bibin layiqî keda wan û xeyalên wan di nivî de nehêlin."   Hevserokê HDP’ê yê Geverê Abdulkerîm Akdogan jî, anî ziman ku ew ê  keda Bûldan a di kevneşopiya çapemeniya azad de ji bîr nekin û wiha got: “Em ê şopdarê doz û xebatên hevala xwe ya rojnameger Bûldan bin. Em soz didin ku em ê armanc û xeyalên wê bicih bînin.”   Bîranîn bi danîna qûrnefîlan a ser gorê bi dawî bû.