Wesayîta zirxî li zarokekî qelibî 2021-04-01 20:25:16   COLEMÊRG – Li Geverê Nîhat Şerzan Akdoganê 12 salî gava xwest derbasî wî aliyê rê bibe, wesayîta zirxî lê qelibî. Zarokê birîndar rakirin nexweşxaneyê.    Li navçeya Gever a Colemêrgê Nîhat Şerzan Akdoganê 12 salî gava li ber Karxaneya Amedê ya li Kolana Cengîz Topelê xwest derbasî wî aliyî rê bibe, wesayîta zirxî lê qelibî. Akdogan birîndar bû û welatiyên li derdorî wî rakirin nexweşxaneyê.    Li nexweşxaneyê hat tespîtkirin ku nigê Nîhat Şerzan Akdoganê kurê Hevserokê HDP'a Geverê Abdulkerîm Akdogan şikestiye. Gava Akdogan çûye nexweşxaneyê û ji polîsan re gotiye "Ez ê giliyê we bikim", polîs kenıyane.    Bav Akdogan diyar kir ku di çapemeniyê de dibînin ku li bajarên kurdan ji ber wesayîtên zirxî gelek kes birîndar dibin û dimirin. Akdogan, anî ziman ku wesayîtên zirxî guh li pîvanên trafîkê nakin û got: "Dibe ku kurê min filitîbe, lê dibû ku bihata eciqandin û bimirana jî. Bi feraseta 'ez dikarim her tiştî bikim, ê kes bela xwe di min nede' heye. Ji bo zarokine din neyên eciqandin, ez ê vê bûyerê bişopînim."    Bav Akdogan, destnîşan kir ku dê giliyê kesên wesayîta zirxî li kurê wî qelibandine bike.