40 hezar û 806 kes bi Covîd-19'ê ketin 2021-04-01 20:28:28   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê di 24 saetên dawî de 176 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine û 40 hezar û 806kesên din jî pê ketine.   Wezareta Tenduristiyê daneyên îro yên derbarê şewba Covîd-19'ê de parve kirin. Li gor daneyên wezaretê, di 24 saetên dawî de 176 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirine û 40 hezar û 806 kesên din jî pê ketine. Bi vî awayî hejmara kesên ku heya niha mirine bû 31 hezar û 537 û hejmara kesên ku heya niha pê ketine jî bû 3 milyon û 357 hezar û 988.