ROJEVA 2'YÊ NÎSANA 2021'Ê 2021-04-02 09:00:06     * Mehmet Ocalan, diyar kir ku 4'ê Nîsanê roja ji dayikbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ev roj cejna gel e.    * Parêzer Kazim Bayraktar, qutkirina telefona li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û tecrîda li Îmraliyê nirxand û wiha got: “Niha tecrîdkirina li ser Ocalan û tasfiyekirina siyaseta Kurd bi hevre tê meşandin. Tecrîdkirina li ser Kurdan bêtir giran û taybet e. Daxwaza girtina HDP’ê jî bi vê yekê ve girêdayî ye.”   *  Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'a Enqereyê Zeyno Bayramoglû ku cezayê hepsa malê lê hatiye birîn got: "Heger ji deh payên vê pêkanînê payek tenê ji bo mêrên tahdeyê dikin bikirina, îro nikaribûne dest bidana mûyek porê jinekê jî."    * Cîgira Seroka Giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan, bal kişand ser hewldana girtina HDP’ê û wiha got: “Berê jî gelek partî girtin. Lê encam bi dest nexistin. Niha HDP’ê bigirin jî nikarin encam bi dest bixin. Bi girtina HDP’ê tenê HDP’ê nakin hedefa xwe. Hemû gelên Tirkiye dikin hedefa xwe.”    * Cîgira Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Şaziye Kose, destnîşan kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên karkerên çandiniyê yên demsalî, gava ewil divê xwedî statuyeke hiqûqî bin û dê ji bo karkerên demsaliyê komîsyonekê ava bikin.    * Cotkar Huseyîn Dakak ku çîlekan datîne, diyar kir ku êdî nikarin debara xwe bikin. Dakak, anî ziman ku maliyet pir zêde bûne û êdî karê xwe bi deynan dikin. Karkeran jî anî ziman ku rojê 12 saetan dişixulin û heqdesta wan 80 TL ye, lê belê têra wan nake.    * Li Cirîzê xeraca mînîbusan li derveyî bajêr bi 310 hezar TL'yî hatibû çêkirin. Lê piştî ku nehat bikaranîn, qeyûm wê daye ber firotinê.    * Şêniyên Taxa Ornekkoy a Meletiyê ku çandinia organîk û sewalvaniyê dikin, ji kanên keviran nerazî ne. Şêniyên gund, anîn ziman ku bi kanên keviran qadên wan ên jiyanê tên dagirkirin.    * Berdevkê Platforma Parastina Kartal Dagê Zeynel Aydin, li dijî kana mermeran ên li Tîreyê bang kir û anî ziman ku dê serî li rêyên hiqûqî bidin.    * Danişîna 1'emîn a doza nûçegihanên Ajansa Mezopotamya (MA) Adnan Bîlen û Cemîl Ûgur, nûçegihana Jinnewsê Şehrîban Abî, Rojnameger Nazan Sala û nûçegihana MA'yê Zeynep Dûrgût a ne girtî tê darizandin wê li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê bê dîtin. (09.00)   * Danişîna doza têkildarî kuştina ferdên malbata Şenyaşar hatiye vekirin wê li 3'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê berdewam bike. (10.00)   * Danişîna nirxandina girtinê ya siyasetmedarên ji "Xwepêşandanên Kobanê" girtî ne wê li 22'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê were lidarxistin. Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Umît Dede û parlamenterên HDP'ê wê li ber avahiya Edliya Enqereyê daxuyanî bidin çapemeniyê. (9.00/11.00)   * Platforma Jinan a Mêrsînê, têkildarî 3 jinên ji Şaredariya Akdenîzê hatin derxistin, wê daxuyanî bide çapemeniyê.(11.00)     * Piştevaniya Jinan a Şîşlî Etfal, bi armanca şermezarkirina feskirina Peymana Stenbolê, wê li salona Konferansê ya Nexweşxnaeya Şîşlî Etfal civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.30)   * MED-DER, derbarê mafê parastina zimanê zikmakî de, wê li avahiya komeleya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (14.00)   * Bi pêşengtiya OHD'ê, wê rapora binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê diqewimin ji raya giştî re bê aşkerekirin.(14.00)