HDP li her herêmê ji bo karkerên demsaliyê komîsyonan ava dike 2021-04-02 09:01:23 ARTVÎN - Cîgira Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Şaziye Kose, destnîşan kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên karkerên çandiniyê yên demsalî, gava ewil divê xwedî statuyeke hiqûqî bin û dê ji bo karkerên demsaliyê komîsyonekê ava bikin.    Ji wextê debr û paleyiyê re hindik ma. Karkerên çandiniyê yên demsalî ji niha ve diçin. Nexasim jî pirania karkerên demsalî ji herêmê diçin gelek deverên Tirkiyeyê. Li Rojhlatê Behra Reş, hindik maye debra çayê dest pê bike û tê payin bi hezaran karkerên çandiniyê bên herêmê.    Cîgiriya Hevserokatiya Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Şaziye Kose, behsa pirsgirêkên karkerên çandiniyê yên demsalî û xebatên di vî warî de kirin.    700 HEZAR KARKERÊN ÇANDINIYÊ    Kose, destnîşan kir ku hejmara karkerên çandiniyê li dor 700 hezarî ye. Kose, bilêv kir ku ev hejmar ji ber polîtîkayên çandiniyê ev qasî zêde ye. Kose, diyar kir ku ji ber ku çandinî hatiye paşguhkirin mirov ji bêgavî berê xwe didin deverên din û got: "Gelek kes, ji ber ku nikarin çandiniyê bikin betal in. Yek ji van bajaran jî Riha ye. Bi sedan donim erd beyar in. Ev mirov, dev ji warê xwe berdidin û berê xwe didin bajarine din û li nav erdan dixebitin. Gava em lê mêze dikin di warê xwedîkirin, stargeh, paqijî, tenduristî û perwerdehiya zarokên xwe de derfetên wan tune ne."    ÊRÎŞÊN NÎJADPEREST    Kose, destnîşan kir ku pirsgirêkeke din jî karkerên çandiniyê bi êrîşên nîjadperest re rû bi rû dimînin û got: "Em li ku derê vî welatî dibin bila bibin, nasnameya me çi dibe bila bibe, divê em ji bîr nekin ku em endamên çîna karkeran e. Lewma divê em hev bibînin û alîkariya hev bikin. Pirsgirêkên karkerên kurd û pirsgirêkên karkerên din ên Tirkiyeyê hevpar in. Heya mil nedin milê hev du, dê ev pirsgirêk çareser nebin."    KOMÎSYON    Kose, destnîşan kir ku di warê hiqûqî de statuyeke karkerên çandiniyê tune ye û di nav qanûnên karî de behsa wan nayê kirin. Kose, diyar kir ku partiya wan di vî warî de dixebite û got: "Em ji bo karkerên çandiniyê yên demsalî komîsyonên kedê ava dikin. Me ewilî li Torbaliya Îzmîrê ava kir. Me li Rihayê jî di vî warî de hin gav avêtin. Xebatên partiya me yên di vî warî de gav bi gav didomin."    Her wiha Kose bal kişand ser karkerên zarok ên di qada çandiniyê de jî û got: "Me derbarê karkeriya zarokan de jî ji bo komîsyonekê xebat dan destpêkirin. Di vî warî de çi hewce be em ê bikin."    STATUYA HIQÛQΠ   Kose, anî ziman ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên karkerên çandiniyê gava ewil divê statuya hiqûqî be û ya dudoyan jî rêxistinbûyîna wan a di bin banê komele yan jî sendîkayekê de be. Kose, destnîşan kir ku ji ber ku karker xwe birêxistin nakin heqdesta wan jî kêm e û ji bo vê mafekî wan ê bazarkirinê jî tune ye, lewma çi bê dayîn bi wî dixebitin.    MA / Tolga Guney - Mujdat Can