Gurkan: Girtina partiyan encam nagire 2021-04-02 09:03:59 ENQERE - Cîgira Seroka Giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan, bal kişand ser hewldana girtina HDP’ê û wiha got: “Berê jî gelek partî girtin. Lê encam bi dest nexistin. Niha HDP’ê bigirin jî nikarin encam bi dest bixin. Bi girtina HDP’ê tenê HDP’ê nakin hedefa xwe. Hemû gelên Tirkiye dikin hedefa xwe.”    Piştî xistina parlamenteriya Parlamenterê HDP’ê Omer Faruk Gergerlîoglu û îdianameya girtina der barê HDP’ê de bertek û nerazîbûn zede dibin. Li aliyekî çalakiya Gergerlîoglu didome, li aliyê din lêgerîna edaletê ya HDP’ê didome. Dîsa piştî bi biryarnameya Serokomariyê ya vekişandina ji Peymana Stenbolê, bertekên rêxistinên jinan pir zêde dibin.     Cîgira Serokê Giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan, têkildarî hewldana girtina HDP’ê û vekişîna ji Peymana Stenbolê ji Ajansa me Mezopotamya (MA) re axivî. Gurkan, anî ziman ku heta niha gelek partî hatin girtin û encam negirtin û wiha got: “Hemû kes dizane ku girtina HDP’ê dê encam bi dest nexe. Li holê hêzek û vînek heye. Îqtidara siyasî çi bike bila bike ev vîn rê rêyek siyasî ji xwe re bibîne.”    ‘ÊRIŞA LI DIJÎ HDP’Ê LI DIJÎ MAF Û AZADIYAN E’    Gurkan, da zanîn ku êrîş ne tenê li dijî HDP’ê ye û wiha got. “Êrîş ne tenê li dijî HDP’ê ye. Êrîş li dijî maf û azadiya gelan e. Rêveleriya yek zilam û yek partiyê bi armanca otorîteriya xwe bêtir xurt bike naxwaze hêzên muxalif li hemberî wê hebin. Êrîşa li dijî HDP’ê li dijî hemû maf û hêzên demokratik in.”    ‘EM DIKARIN BI TÊKOYÎNA YEKBÛYÎ VÊ YEKÊ PERÇE BIKIN’    Gurkan, destnîşan kir ku ew dikarin van êrîşan û tundiya li ser maf û azadiya gelan bi Têkoşîna Yekbûyî û yekîtiya hêzaen bişkînin û wiha axivî: “Biryara têkoşînê girîng e. Ya ku rê li pêş girtina HDP’ê bigire Yekîtiya hêzên demokratik e. Divê hêzên demokratik ên Tirkiyeyê li maf û azadiya xwe xwedî derkevin    ‘PERGAL DIXWAZE OTORÎTERIYA PAŞVERÛ AVA BIKE’    Gurkan, li ser helwesta îqtîdarê ya têkildarî vekişîna Peymana Stenbolê jî rawestiya û got: “Ji ber ku îqtîdar dixwaze civakek paşverû ava bike xwe ji  Peymana Stenbolê vekişand. Ji bo pergala yek zilam û yek partiye têxe meriyetê ev gav avêt. Pergal bi vê yekê armanc dikin ku pergalek otoriter ava bikin.   Gurkan, anî ziman ku Peymana Stenbol ji bo jinan têkoşîna wekheviyê ye û wiha got: “Her çend Erdogan bi vê yekê beje kar qediya ye jî kar ne qediya ye. Tevgera wekhevî û azadiya jinan bi têkoşîna xwe nişan dide ku ev kar bi dawî nebûye. Jin bi têkoşîna xwe nişan didin ku li her dere ne. Jinan di 8’ê Adarê de li qadan mafdariya xwe anîn ziman. Sekna xwe anîn ziman. Gel di 21’ê Adarê de hêz û biryara xwe nişan da. Li pêş me 1’ê Gulanê heye. Wekî 8’ê Adarê û 21’ê Adarê em ê di 1’ê Gulanê de jî li qadan bin û em ^li her derê têbikoşin.”    MA / Mehmet Ali Ertaş-Hakan Yalçin