Prz. Bayraktar: Tecrîda li ser Kurdan bêtir giran e 2021-04-02 10:04:35 ENQERE – Parêzer Kazim Bayraktar, qutkirina hevdîtina telefonê ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û tecrîda li Îmraliyê nirxand û wiha got: “Niha tecrîdkirina Ocalan û tasfiyekirina siyaseta Kurd bi hevre tê meşandin. Tecrîdkirina Kurdan bêtir giran û taybet e. Daxwaza girtina HDP’ê jî bi vê ve girêdayî ye.”   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an heta niha 22 salin bi tena serê xwe li girtîgeha Îmraliyê di tecrîdê de tê girtin. Ocalan 22 salin bi rêk û pêk nikare bi malbata xwe û parêzerên we re hevîtin bike. Dîsa nikare ji mafê xwe yê name, faks, telefon, televizyon û radyo sûde bigire. Gelek mafên wî yên siyasî û mafên mirovan ji destê wî tê girtin. Li gel ku CPT çend çaran hat Îmraliyê rapor amade kir û ji Tirkiyeyê xwest şert û mercên Ocalan bê guhertin jî tecrîdkirina li ser Ocalan didome. Her çend parêzerên Ocalan serî li Dadgeha Mafên Mirovan dan û bi hezaran girtî ji bo şert û mercên Ocalan ên fîzîkî, siyasî û civakî bên başkirin ketin greva birçîbûnê jî, tecrîdkirina Ocalan didome. Ji 7’ê Tebaxa 2019’an heta niha parêzer nikarin biçin Îmraliyê. Ocalan piştî 21 salan cara ewil di 27’ê Nîsanê de bi malbatê re axivîn. Cara duyemîn û dawî di 25’ê Adarê de bi malbatê re axivî. Lê vê carê telefon di nêvî de li ser Ocalan hat qutkirin.  Ji bo tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe, bi hezaran girtiyên siyasî ji 27’ê Mijdara 2020’an heta niha di greva birçûbûnê de ne. Çalakiya hezaran girtiyan a li dijî tecrîdê didome.    Têkildarî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Parêzer Kazim Bayraktar ku ji 12’ê Îlona 1980’an heta niha parêzeriyê dike ji Ajansa me ya Mezopotamya (MA) re nirxandin kir. Prz. Kazim Bayraktar anî ziman ku gelek armancên tecrîdkirinê hene û wiha got: “Tecrîd ji 12’ê Îlonê ve didome. Tecrîdkirina Kurdan pir cuda ye. Li aliyekî dixwaze di aliyê siyasî û bîrdozî te pûç bike, li aliyê din jî dixwaze kesan ji doz û armanca xwe poşman bike."   ‘TECRÎDA LI SER KURDAN PIR CUDA YE’   Bayraktar, da zanîn ku gelek cureyên tecrîdê hene û wiha axivî: "Dema mijar dibe Kurd şert û mercen tecrîdê jî tê guhertin. Li dijî Kurdan hiqûqek neyînî tê meşandin. Tecrîd li Rojava bûye cureyekî îşkenceyê. Lê ev yek li dijî Kurdan bêtir giran e. Tecrîda li ser Kurdan û pêşengên Kurdan bêtir giran e."    ‘TECRÎDKIRINA OCALAN XWEDÎ WATEYÊN CUDA YE’   Bayraktar, diyar kir ku gelek wateyên tecrîdkirina Ocalan heye û wiha lê zede kir: “Ocalan pêşengiya siyaseta Kurd dike.  Ji ber vê yekê dixwaze pêşengiya, Ocalan qut bikin. Bi tecrîdkirina Ocalan dixwaze tevgera Kurd û siyaseOaa Kurd pasif û puç bike. Lê dijberî vê yekê tecridkirina li ser Ocalan tevger û siyaseta Kurt paşve nexist. Bêtir civak politik bû. Niha tecrîdkirina Ocalan û basifkirina siyaseta Kurd bi hevre tê meşandin. Tecrîdkirina Ocalan û pasifkirina siyaseta Kurdan ji hev ne serbixwe ye. Tecrîdkirina Ocalan û daxwaza girtina HDP’ê bi hevve girêdayî ye.”   ‘BI TECRÎDÊ XWESTIN BANDORA OCALAN BIŞKÎNIN’    Bayraktar, bi bîr xist ku bi tecrîdê xwestin bandora Ocalan a li ser siyaseta Kurd bişkînin lê di vê polîtîkayê de bi ser neketin û wiha berdewam kir: “Ji ber polîtîkayên Ocalan pêşxist dewletê xwest Ocalan pêşengiya maseyê bike. Eger heta niha hewldanên ji bo çareseriyê hebe sedema vê yekê hewldanên Ocalan in. Polîtîkaya Ocalan a ji bo çareseriyê pir zelal bû. HDP jî û îqtîdar jî vê yekê baş dizane. Îkqîdar ji bo politikaya Kurd bi temamî tasfiye bike tecrîdê berdewam dike.”    ‘DEVÊ HÊZÊN CIVAKÊ YÊN DEMOKRATÎK ZINDÎ BIBIN’   Bayraktar, destnîşan kir ku ji bo tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe divê hêzên demokratik û civakî têkevin nava tevgerê û wiha dirêj kir: “Dema tecrîd li ser Ocalan pêş dikeve, Kurd fam dikin ku tu polîtîkayên dewletê yên ji bo çareseriyê tüne ne. Ji ber Kurd di ferqa vê yekê dene bertek nişan didin. HDP jî bertek nişan dide. Di encamê de ji bo tecrîd bişkê divê bertek û nerazibûnên civakî pêş bikevin. Divê hêzên demokratik û civakî bertekên xwe bînin ziman. Divê hêzên hundirin têkevin nava çalakiyan. Divê Kurd, jin, ciwan, xwendekar hemû beşên bindest bi hevre têkoşînek polîtîk pêş bixin.   PÊŞNIYARÊN OCALAN ASTENG KIRIN   Ocalan di PKK 25’ê Adarê de bi rêya telefonê bi Mehmet Ocalan re axivî. Telefon di deqîqeya 4,5’an de qut bû. Bi vê telefonê xwestin fikarên der barê tenduristiyê de ji holê rakin. Dewletê xest beje vay dijî. Ocalan dê fikrên xwe yên ji bo çareseriyê anîbûna ziman. Dê pêşniyarên xwe û rexneyên xwe anîbûna ziman. Bi qutkirina telefonê destûr nedan ku Ocalan fikrên xwe bîne ziman."    Bayraktar, herî dawî bal kişand ser gotina Ocalan a “Dewlet şaş dike,hûn jî “ û wiha bi dawî kir. "Ocalan bi vê gotinê xwest balê bikişîne ser xerakirina pêvajoya çareseriyê. Em ji vir fam dikin ku hindik be jî der barê derve de xwedî agahî ye. Gotina ‘Lê hûn jî’ nîşan dide ku bêtir pêdiviya Ocalan bi agahiyên ji derve hene."    MA / Mehmet Ali Ertaş-Selman Guzelyuz