Cendirme piştî 16 saetan çûn mala ku êriş lê hatibû kirin 2021-04-02 10:11:19 AMED - Cendirme piştî 16 saetan çûn gundê Mişrifê ku mala Mehmet Şah Bozkûş bi êrişa çekdarî re rûbirû mabû û lêkolîn pêk anîn.  Pêr bi şev li gundê Mişrifa girêdayî navçeya Licê ya Amedê ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve mala Mehmet Şah Bokzûş du caran li ser hev bi sîlehên otomatik hatibû gulebarankirin. Di êrişê de ferdên malbatê birîndar nebûn. Nêzî 70 heb qalikên guleyan li malê hatin dîtin. Malê xesarek mezin dît. Êriş piştî ku ceyran hatiye birîn pêk hatiye. Cendirmeya bi hêceta “herêma terorê” ye neçûn cihê bûyerê. Li ser hewldana keyayê gund cendirme piştî 16 saetan çûn cihê bûyerê û lêkolîn kirin.    ‘ÊRIŞÊ SAETEK BERDEWAM KIR’   Bermal Demîrbaş a di kêliya êrişê de li malê bû diyar kir ku êriş nêzî saetekê dewam kiriye. Demîrbaş got êriş bi qesta kuştinê pêk hatiye û ji bo heke ew birîndar bibin û pişt re nikaribin biçin nexweşxaneyê, texsiya wan jî hatiye gulebarankirn. Demîrbaş anî ziman ku ew piştî êrişê li cendirmeyan geriyane lê kes nehatiye cihê bûyerê û got: “Heke gundî nehatibûna belkî em kuştîbûna. Dema bixwazin dikarin di kêliyê de helikopterê rakin, lê li vir tevî ku ewlehiya canê me nebû jî nehatin cihê bûyerê. Heke sîleh li malê hebûya min ê jî bersiva wan bida.”    ‘QEREQOLÊ GOT EM NIKARIN WERIN’    Seçîl Bozkûş a şahidiya bûyerê dike jî wiha qala bûyerê kir: “Em li mitbexê rûniştibûn. Dema gulebaranê dest pê kir, em reviyan odeyên paş. Me zarokan kir hundirê dolaban û xwe li erdê dirêj kir. Ez li cendirmeyan geriyam. Gotin em ê eleqedar bibin. Gundî jî di wê kêliyê de tirsiyan ku derkevin derve. Çimkî ew jî fikirîn ku şer heye. Çûn ku trafo vekin û ceyran were. Ceyran hat û pişt re em derketin derve. Dîsa êrişî me kirin. Pişt re dengê çekan qût bû. Em dîsa li cendirmeyan geriyan. Gotin “ji ber ew der herêma terorê ye, em nikarin werin’. Keyayê gund qalikên guleyan kom kir û bir qereqolê. Duh bi şev bûyer qewimî lê hêj cendirme saet di 15.00’an de hatin.”    ‘DIXWAZIN EM GUNDÊ XWE BITERKÎNIN’    Bozkûş anî ziman ku eskeran ji wan re gotiye êriş bi armanca tirsandinê pêk hatiye û wiha got: “A rast em wisa nafikirin. Di kêliya gulebaran kirin heke em di şibakeyê de bûna em ê bihatana kuştin. Nêzî 60-70 gule berdan. Dibû ku li me biketina. Siûda me hebû em xilas bûn. Êriş bi awayek bipilan pêk hat. Ji ber pandemiyê em li gund dimînin. Qey hinek dibêjin li gund nemînin, ji vir biçin.”    ‘BILA BÛYER RONÎ BIBE’    Bozkûş destnîşan kir ku eleqeya êrişê û girtina bavê wê bi hev re nîne û got: “Xisûmeta me bi kesî re nîne. Me heta îro zirarê nedaye tu kesî. Divê dozger vê bûyerê lêkolîn bike û bixe ber lêpirsînê. Bila ev bûyer were ronîkirin û di tariyê de nemîne.”