Di roja danişîne de jî 'nobeta edaletê' dewam kirin 2021-04-02 11:52:35 RIHA - Danişîna doza malbata Şenyaşar ku di êrîşê de ji malbata Şenyaşar 3 kes hatibû kuştin îro li Edliyeya Meletiye pêk hat. Di roja danişina malbata Şenyaşar pek hat de, dayik Emine Şenyaşar ku hevjîn û 2 kurê wê hatin kuştin çalakiya nobeta Edaletê li pêş Edliyeya Rihayê berdewam kir.    Di 14'ê Hezîrana 2018'an de beriya hilbijartina 24'ê Hezîranê xizm û parazvanên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrîşî bav û kurê malbata Şenyaşar kiribûn. Di êrîşê de ji malbata Şenyaşar bav û 2 kur hatibûn kuştin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ji bo kujer bên darizandin û girtin, li pêş Edliyeya Rihayê dest bi "Nobeta Edaletê kiribûn. Nomebeta edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 25'an de didome.    Ferit Şenyaşar, ku li dijî bê edaletiyê li pêş Edliyeya Rihaye nobeta "Edaletê" digirt, îro ji bo tev li danişîna 7'emîn a li 3'emîn Dadgeha Cezayen giran a Meletiyê bibe ji Rihayê çû Meletiye. Li şûna Ferît Şenyaşar birayê wî Mehmet Şenyaşar nobet dewir girt. Mehmet Şenyaşar û dayika xwe Emine Şenyaşar, nobeta "Edaletê" ya li pêş Edliyeya Rihayê berdewam dikin.    Dayik Emîne Şenyaşar, bal kişand ser danişîna îro ku li Meletiyê pêk bê û wiha got: "Kurê min Fadil 3 salin neheq girtî ye. Ez dixwazim kurê min Fatil bê berdan. 150 sal cezayê girtîgehê dixwazin. 25 rojin em li pêş Edliyê Edaletê dixwazin. Gelek caran em asteng kirin û binçav kirin. Lê çi çara em asteng kirin em dîsa hatin vir. Duh disa êrîş kirin û kurê min Ferid binçav kirin. Ji bo edaletê me serî li hemû rayedaran da. Lê ji ber ku me encam bi dest nexist em hatin li ber Edliyê nobetê digirin. Em li pêş Edliyê Edelatê dixwazim.    Şenyaşar, da zanin ku ji ber malbata Yildiz wê bêzar dikin neçû Meletiyê tev li danişînê bû wiha axivî: "Em vê zilmê qebûl nakin. Bila kurê min bê berdan. Kurê min 3 salin di yek hucreyê de tê girtin. Kê zarok û hevjînê min kuştin. Ez heta axîretê ji ser vê dozê venagerim û gilî dikim. "   Di danişîna 6’emîn de jî Emîne Şenyaşar dîsa tev li danişîne nebûbû û li pêş Edliyeya Rihayê nobet "Edaletê" girtibû.