Parastina rojnamevanan qediya: Ez ji ber nûçeya helîkopterê girtî me 2021-04-02 12:21:05 WAN - 5 rojnamevan ji ber çêkirina nûçeya avêtina welatiyan a ji helîkopterê tên darizandin. Rojnamevan Şehrîban Abî diyar kir ku çêkirina nûçeyan ne sûc e. Rojnamevan Cemîl Ûgûr jî got: “Ez ji ber çêkirina nûçeya derbarê helîkopterê de hatime girtin. Ev ne sûc e.”  Danişîna ewil a doza nûçegihanên Ajansa me Mezopotamya (MA) Adnan Bîlen, Cemîl Ûgûr ên girtî û Zeynep Dûrgût a negirtî, nûçegihana JinNewsê Şehrîban Abî û rojnamevan Nazan Sala yên girtî bi hêceta avêtina 2 welatiyan a ji helîkoptêrê kiribûn nûçe bi îdiaya “endamên rêxistinê ne” tên darizandin didome. Danişîn li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê tê lidarxistin. Rojnamevan bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bûn û parastina xwe dikin. Gelek parêzer û nûnerên rêxistinên rojnamevanan dozê dişopînin.   Piştî parastina rojnamevan Adnan Bîlen û Nazan Sala, rojnamevan Şehrîban Abî, Cemîl Ûgûr û Zeynep Dûrgût parastinên xwe kirin.    ABÎ: GELO ÇÊKIRINA NÛÇEYAN SÛC E?   Rojnamevan Şehrîban Abî ya girtî destnîşan kir ku ajansa JinNewsê ew lê dixebite ajansek fermî ye û got: “Piştî em hatin girtin 5 meh şûn de îdianame hat amadekirin. Heke navê wê îdianame be… Di çar mehên ewil ên 2020’an de bi awayê teknîkî min şopandine. Min nûçeyên îstîsmara zarokan û nûçeyên jinan çêkiriye. Gelo çêkirina van nûçeyan sûc e?” Abî destnîşan kir ku tu delîlek ku wê bige “endama rêxistinê” nîne.    Abî pirsa serokê dadgehê ya “Di dosyeya te de lênûsa têbiniyan heye, tu ji bo wê çi dibêjî?” da û wiha got: “Ez rojnamevan im. Ji bo heke tiştek ji telefona min bibe, min nimreyên li gel xwe di lênûskê de qeyd bikim. Ez nizanim kî endamê rêxistinê ye û kî ne endamê rêxistinê ye.”    ÛGÛR: JI BER NÛÇEYA HELÎKOPTERÊ HATIME GIRTIN    Rojnamevan Cemîl Ûgûr jî wiha parastina xwe kir: “Ez rojnamevan im û li vir rojnamevanî tê darizandin. Di îdianameyê de tê gotin ku tenê nûçeyên civakî hatine çêkirin û nûçeyên talankirina xwezayê, spor û magazînê nehatine çêkirin. Lê halbûkî me di erdheja Elbaka Wanê de wêneyên ku bikevin bîra Tirkiyê girtibû û nûçeyan çêkiribû. Ajansa ez lê dixibetim Ajansa Mezopotmayê ajansek yasayî ye. Hevdîtina telefonê ji min hatiye pirsîn, ev hevdîtin jî min li gel çavkaniyên nûçeyan pêk aniye. Ji ber ku min nûçeya du welatiyên ji helîkopterê hatibûn avêtin çêkir, ez hatime girtin. Ev ne sûc e. Nûçeyên me xwe dispêre nêrînên çavkaniyan, raporên nexweşxaneyê û beyanên şahidên bûyerê. Ev nûçeyên terza îşkenceyê ji bo feydeya raya giştî ye.”    Ûgûr anî ziman ku di rojnamevaniyê de karta zer a çapemeniyê ne şert e û wiha got: “Dîmenên di telefona min de min nedîtiye û min di medya civakî de parve nekiriye. Ji ber ku min wezîfeya xwe ya rojnamevaniyê pêk anî, sûcdariya li min tê kirin qebûl nakim. Çimkî rojnamevanî ne sûc e.”    DÛRGÛT: NEHEQÎ TÊ KIRIN     Pişt re rojnamevan Zeynep Dûrgût a negirtî tê darizandin jî bi rêya SEGBÎS’ê ji Dadgeha Cizîrê beşdarî danişînê bû û wiha got: “Ragihandina geşedanên derbarê 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de ji bo telvîzyonê ne sûc e. Îro kîjan televizyon li min bigere ez ê ragihînim. Ez rojnamevan im. Her gelek jin li vî welatî tên kuştin. Ragihandina nûçeyên 8’ê Adarê çawa dibe sûc? Tişta tê kirin neheqî ye. Ez neheqiyê qebûl nakim. Nûçeyên ez çêdikim nûçeyên derbarê jin û zarokan de ne. Nûçeyên xwezayê ne. Ez dixwazim werim beraetkirin.”    Danişîn bi parastina parêzeran berdewam dike.