Uca: Li gorî kîjan xala qanûnê tecrid tê sepandin? 2021-04-02 12:21:38 ENQERE - Parlamentera HDP'ê Feleknas Uca, tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bir rojeva Meclîsê û got "Li gorî kijan xal û yasayên Destûra Bingehîn tecrid tê kirin"    Parlamentera Partiya Demokratik a Gelan (HDP) ya Êlihê Feleknas Uca, tecridkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bir rojeva Meclîse û ji bo Wezîrê Dadê Abdullhamîd Gul bi bersivîne pirsname da Meclîsê.    Uca, ani ziman di axaftina telefonê ya kurd de, der barê tenduristiya Ocalan de nebûne xwedî agahî û wiha got "Îzolasyona civakî û muameleya heyî hatiye asta îşkenceyê. Li gorî xala 3'emîn a Dadgeha Mafên Mirovan a Avrupa îşkence hatiye qedexekirin. Li gorî xala 17’an tecrîd îşkence ye. Tecrîdkirina Abdullah Ocalan a zêdeyî 20 salin li Îmraliyê didome, li dijî hiqûqa Tirkiyeyê û peymanên navdewletî ye.    Uca bal kişand ser rapora CPT'î ya 20'ê Adara 2018'an û wiha axivî: “Hemû girtiyên li Îmraliyê ten girtin, divê bêyî astengî û dereng bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin bikin. Li gorî biryara Meclîsa Parlamenteriya Konseya Ewropa ya 24'ê Çileya 2019'an CPT ji bo tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe pêşniyar kiribûn. Tirkiye hişyar kiribû."    Uca, ji bo Wezîrê Dadê Abdulhamit Gul bibersivîne ev pirs pirsîn:    “* Çima piştî 3-4 deqîqeyan telefona Birêz Ocalan û Hamili Yildirim a bi malbate re qut bû?    * Ji bo der barê tenduristiya Birêz Abdullah Ocalan de agahiyek bi ewle û teqez bê girtin dê malbat û parêzer bi Ocalan re hevdîtin bikin?    * Tu aliyê hiqûqî yê tecrîdkirina Birêz Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê heye ya na? Li gorî kijan xala Destûra Bingehît tecrîdê pêk tînin?    * Ji bo tecrîd bi dawî bibe tu hewldanên we heye?    * Li gorî hiqûqa navdewletî çima parêzer nikarin bi Birêz Ocalan re hevditin bikin?    * Ji 2'ê Gulana 2019'an heta niha parezer çend çaran çûn bi Ocalan re hevdîtin kirin û cend caran hevdîtinên wan hat redktirin. Birez Ocalan heta niha çend caran bi malbatê re hevdîtin kiiye?    * Ji bo Tirkiye bang û hişyariya Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropa li ber çavan bigire tu hewldanên guhertina zagonan heye ya na?    * Li gorî hişyarî û daxwazên CPT'ê ji bo bi girtiyan re hevditin bê kirin tu hewldan hene ya na?"