Parêzerên rojnamevanên girtî: Dozger li benda belgefîlma penguenê ye? 2021-04-02 13:28:14 WAN - Parêzer Mûrat Tîmûr di danişîna darizandina rojnamevanan de got: “Hêceta dozgeriyê nebûna nûçeyên magazîn û sporê ye. Ez bawerim dozger li benda belgefîlma Penguenê ye. Lê belê li Wanê penguen nîne.”    Danişîna ewil a doza nûçegihanên Ajansa me Mezopotamya (MA) Adnan Bîlen, Cemîl Ûgûr ên girtî û Zeynep Dûrgût a negirtî, nûçegihana JinNewsê Şehrîban Abî û rojnamevan Nazan Sala yên girtî bi hêceta avêtina 2 welatiyan a ji helîkoptêrê kiribûn nûçe bi îdiaya “endamên rêxistinê ne” tên darizandin didome. Danişîn li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê tê lidarxistin. Rojnamevan bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bûn û parastina xwe dikin. Gelek parêzer û nûnerên rêxistinên rojnamevanan dozê dişopînin. Danişîn bi parastina parêzeran berdewam dike.   Ji parêzerên dozê Ekîn Yeter daxwaz kir ku di danişînê de du şahid werin guhdarkirin. Serokê Dadgehê bi van gotinan daxwazê red kir: “Çi hewceyî pê heye, hûn pir bi kelecan in.”    PARÊZER TÎMÛR: LI WANÊ PENGUEN NÎNE    Pişt re parêzerê rojnamevan Adnan Bîlen Mûrat Tîmûr parastinê kir. Tîmûr diyar kir ku dozger bi nêrîna xwe îdianameyê amade kiriye. Tîmûr da zanîn ku îdianame “belgeyek polîtîk e” û got: “Hatiye gotin ‘çima nûçeyên spor û magazînê nîn in’. Ez bawerim li ser nirxandinên xwe li benda belgefîlma pengunê ye. Lê belê li Wanê penguen nîne. Li benda nûçeya pisîka Wanê ye?”    Tîmûr ji ber kartê zer ê çapemeniyê yê miwekîlên wan nîn in wek nerojnamevan hatine nîşandan jî rexne kir û karta zer a çapemeniyê ji bo rojnamevaniyê ne tiştek neçarî ye. Tîmûr got duh şûreya dewletê derbarê rêziknameya karta zer a çapemeniyê de bi hêceta gelek hikum kêfî ne biryara sekinandina birêvebirinê da. Tîmûr got di raya giştî de jî ev dosye wek doza rojnamevaniyê tê zanîn û xwestin rojnamevan werin berdan û beraetkirin.    ‘ROJNAMEVAN NÛÇEYÊN BINPÊKIRINA MAFAN ÇÊ DIKE’    Piştî Tîmûr, Hevdîrektorê Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê (MLSA) parêzer Veysel Ok parastina rojnamevanan kir û destnîşan kir ku rojnamevan ji ber nûçeyên derbarê îşkenceyê de çêkirine tên darizandin û got: “Rojnamevan li Wanê wê çi bike? Li Wanê her tim binpêkirina mafan heye. Rojnamevan jî dê wê dike nûçe.”   ‘NÛÇEYÊN ÎŞKENCEYÊ ÎQTIDARÊ ACIZ KIRIYE’    Parêzera rojnamevan Nazan Sala, Ekîn Yeter jî destnîşan kir ku miwekîlên wan ji bilî rojnamevaniyê tu tiştek nekirine û ji bo sûcdariyek din tu delîl jî nikarin werin nîşandan. Yeter anî ziman ku nûçeya çêkirina îşkenceya li welatiyan hatiye kirin îqtidarê aciz kiriye û got: “Rast e wê aciz bibin. Çimkî halê welat li holê ye. Lê belê kontrol û şopandina geşedanan kar û wezîfeya rojnamevan e. Tenê dosye hatiye werimandin û çi dîtine lê bar kirine.”   Parêzerê Sala yê din Veysî Altay jî diyar kir ku li gorî raporên saziyên navnetewî li dinyayê ji 3’yan 1’ê wê rojnamevan li Tirkiyê girtî ne û xwest miwekîlên wan werin berdan.    Şandeya dadgehê navber da danişînê û piştî navberê wê danişînê bi parastina parêzeran berdewam bike.