Siyasetmedarên di Doza Kobanê de girtine: Dawî li vê reziltiyê bînin! 2021-04-02 14:05:58 ENQERE - Siyasetmedarên di Doza Kobanê de tên darizandin, diyar kirin ku ev doz dê weke xalek reş li dîroka demokrasî û daraza Tirkiyeyê bike û ji şandeya dadgehê xwestin ku dawî li vê reziltiyê bîne.   Di encama êrişa DAIŞ’ê ya li dijî Kobanê de, li tevahiya welat di 6 û 8’ê Cotmeha 2014’an de bûyer û çalakiyên şermezarkirinê rû da bûn. Di çarçoveya çalakiyên şermezarkirinê de, derbarê Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 108 siyasetmedaran de doz hatibû vekirin. Yekemîn danişîna doza 108 kesan wê di 26’ê Nîdanê de bê dîtin.    Berî danişîna yekemîn a li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê bê dîtin, di danişîna navberê de, dest bi lêpirsîna girtina 28’ê siyasetmedaran hat kirin.   Ji bilî wekîla HDP’ê Aysel Tûglûk û endamê MYK’a berê yê partiyê Bulent Parkamsiz, hemû siyasetmedarên din ên girtî bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bûn. Di heman demê de gelek parêzeran danişîn şopandin. Parlamenterên HDP’ê Huseyîn Kaçmaz, Saît Dede, Tulay Hatîmogûllari, Dîlan Dîrayet Taşdemîr û Oya Ersoy piştî daxuyaniya li ber edliyê, ji bo danişînê bişopînin derbasî avahiya edliyê bûn.    Piştî danasîna nasnameyê, dozger mutaya xwe aşkere kir. Dozger, xwest girtina siyasetmedaran dewam bike.   DEMÎRTAŞ: ÎDIANAMEYEK BÊESLE   Heverokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş, ewilî parastin kir û îdianame red kir. Demîrtaş, ji bo îdianmeyê nirxandina “bêesle” kir û wiha got: “Ez daxwaza berdana xwe nakim. Lê ez  dixwazim siyasetmedarên girtî bên berdan.   YUKSEKDAG: DAWÎ LI VÊ REZÎLTIYÊ BÎNIN’   Dûre Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag parastin kir û wiha got: “Daxwazeke me ya taybet a ji bo serbest berdana me tuneye. Lê em li ser navê welat, dixwazin ev rezîltî bê bi dawî kirin. Gelo hûnê lêpirsîna kîşan rewşa me ya girtî bikin? Ev doz bi nakoke. Di vê ji binî de ji holê bê rakirin.”    TUNCEL: BI ŞANOYÊ HÛNÊ PIRSGIRÊKA KURD ÇARESER BIKIN?   Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya berê Sebahat Tuncel jî, di parastina kir de wiha axivî: “Di îdianmeyê de gelek nakokî hene. Gelo dadgeha ew ev çawan qebûl kiriye? Pirsgirêka Kurd hûnê nekiarin bi şanoyekê di salonên dadgehê çareser bikin. Divê hemû hevalên em bên berdan.”   KIŞANAK: TIFAQA NIJATPEREST BILA DERKEVE PÊŞBERÎ ME   Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak jî, diyar kir ku ewê bang li şandeya dadgehê neke û wiha parastina xwe kir: “Bila tifaqa nijatperest derkeve pêşberî me. Ji bo wan gotinên me hene. Ez ji bo xwe tiştekê naxwazim, lê ji bo tevahiya hevalên xwe azadiyê dixwazim.”   ATA: EM Ê 6-7-8’Ê COTMEHÊ RONÎ BIKIN   Wekîla HDP’ê ya Berê Ayla Akat Ata jî, dest nîşan kir ku piştî 6 salan nû behsa dozê dikin û wiha bilêv kir: “Di her karî de xêrek heye. Em ê di vê pêvajoyê de 6-7-8’ê Cotmehê ronî bikin. Em ê kirînên xwe biparêzin. Ez tenê azadiya hemû hevalên xwe dixwazim.”   USTUN: EMÊ SIYASETA XWE DEWAM BIKIN   Wekîla HDP’ê ya berê Beyza Ustun jî, di parastina xwe de, diyar kir ku di hiqûqê cihê vê dozê tuneye û wiha got: “Em ji bo Tirkiyeyê siyaseteke pêşeng bi rêve dibin. Em ê siyaseta xwe dewam bikin. Ez siyasetmedarek jinim. Ev mudaxilekirina azadiya me ye. Vê rewşê bi dawî bikin. Ez daxwaza berdana me hemûyan dikim.”   Hevseroka Giştî ya DBP’ê ya berê Emîne Ayna, ji siyasetmedarên jin Meryem Adibellî û Zeynep Olbecî, endamê Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP’ê Nazmî Gur û endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê Alp Altinors dûre parastin kirin û bal kişandin ser bêhiqûqiya li dijî wan tê kirin û xwestin azadiya hevalên xwe yên girtî xwestin.    Danişîn bi parastina siyasetmedarên din dewam dike.