Rojnamegerên ji doza helîkopterê girtîbûn, piştî 175 rojan hatin berdan 2021-04-02 14:19:47 WAN – Rojnamegerên ku ji ber nûçeçêkirina avêtina welatiyên a ji helîkopterê bi angaşta “endamtiya rêxistinê” girtî dihatin darizandin, di danişîna xwe ya yekemîn de tehliye bûn. Danişîna doza ku ji ber nûçeçêkirina avêtina 2 gundiyan a ji helîkopterê, li nûçegîhanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Adnan Bîlen, Cemîr Ûgûr, Zeynep Dûrgût, nûçegîhana Jinnewsê Şehrîban Abî û rojnameger Nazan Sala hatibû vekirin, li 5’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Wanê hat dîtin. Di dozê de rojnameger Bîlen, Ûgûr, Abî û Sala girtî û Dûrgût jî berdeyî bi angaşta “endamtiya rêxistinê” dihar darizandin. BIRYARÊ BI ÇEPIKAN PÊŞWAZÎ KIRIN Piştî parastina rojnameger û parêzeran, di danişînê de b şertê kontrola edlî biryara berdana rojnamegerên girtî hat dayîn û danişîn taloqî 2’ê tîrmehê hat kirin. Biryar ji aliyê nûnerên rêxistinên rojnamegeriyê û malbatên rojnamegeran ku li edliyeyê danişînên dişopandin ve bi çepikan hat pêşwazîkirin. ‘ROJNAMEGERÎ NE SÛC E’ Hevserokê Komeleya Rojnamegerên Dîcle û Firatê (DFG) Serdar Altan, Serokê Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) Gokhan Dûrmûş, Berdevka Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê Ayşe Guney, Serokê Baroya Wanê Zulkuf Ûçar, Parlamenterê Serbixwe yê Stenbolê Ahmet Şik û Hev Dîrektorê Komeleya Xebatên Hiqûq û Medyayê (MLSA) Veysel Ok ku ji bo şopandina danişînê li edliyeyê bûn, derbarê biryarê de axivîn. Hemû nûneran jî destpêkê ji ber biryara berdanê kêfxweşiyên xwe anîn ziman û bal kişandin ser piştevaniyê û destnîşan kirin ku rojnamegerî ne sûc e û biryara ku hatiye dayîn di encama piştevaniyê de hatiye dayîn.