‘Yên ku nebin hevparê qîrîna Emîne Şenyaşar, dirûne’ 2021-04-02 15:12:57 RIHA - Hevseroka Giştî ya SES’ê Selma Atabey a serdana Emîne Şenyaşar kir, wiha got: “Em ê hem mudaxil û şopdarê dozê bin. Yên ku nebin hevparê qîrîna Emîne Şenyaşar dirûne.”    Hevseroka Giştî ya Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) Selma Atabey û endamên Desteya Rêveber a Navenda SES’ê, serdana Emîne Şenyaşar a 25 rojin li ber Edliya Rihayê di çalakiya nobeta “Edaletê” de ye kirin. Rêveberên Şaxa SES’ê ya Rihayê jî, beşdarî serdanê bûn.   Dayika Emîne Şenyaşar di serdanê, bi girî behsa roja bûyerê ya kuştina hevjîn û zarokên xwe kir. Şenyaşar, diyar kir ku polîs ji roja ku wan dest bi nobeta “Edaletê” kiriye heya roja îro wan dişopînin û wiha bertek nîşan da: “Polîs zext û zilmê li me dike. Polîs li her derî me dişopînin. Kesên li kargeha me em qetilkirin, dû me bernadin. Ne me bişopînin, kesên em qetilkirin bişopînin. Ez dixwazim kurê min bê berdan. Kurê min bê sûce.”    ÎBRAHÎM YILDIZ DI ŞAREDARIYÊ DE BÛ!    Mehmet Şenyaşar ê bi birîndarî ji bûyerê rizgar bû jî, wiha axivî: “Malbata me rastî gelek bêmafiyan hat. Birayê  min duh ji bo biçe gel dozger, daxwazname nivîsand. Lê destûr nehat dayîn ku daxwaznameyê bide. Destûrê nadin em biçin ber edliyê. Ji bo Îbrahîm Yildiz ê cihê xwe di komkujiyê de girt, biryara girtinê heye. Lê ev 3 salin li Pirsûsê digere. Ji ber ku apê wî parlamenterê AKP’ê yê nayê girtin. Her roj dikeve Şaredariya Pirsûsê û derdikeve. Hemû kes wî dibînin.”    BANGA PIŞTEVANIYÊ   Hevseroka Giştî ya SES’ê Selma Atabey, piştî hevdîtinê daxuyanî da û wiha got: “Ji bo ku em li Enqerê bibin dengê daxwaza “Edaletê” ya malbatê em hatin vê derê. Daxwaza malbatê ya edaletê, daxwaza me ye jî. Ji roja ewil ve em dosyayê dişopînin. Ligel ku 2 sal û 9 meh bi ser bûyerê re derbas bûn jî, hîna neheqî û bêmafî li malbatê tê kirin. Em bang li hemû rêxistinên civakî, pişeyî, saziyên civaka sîvîl û sendîkayan dikin ku piştevaniyê bidin malbata Şenyaşar. Yên ku nebin hevparê qirîna Emîne Şenyaşar dirûne.”