Dayikên 71 û 79 salî ji ‘gumana revê’ nehatin berdan 2021-04-02 16:10:46   AMED - Biryara berdewamkirina girtina rêveberê MEBYA DER’ê Meryem Soylû a 79 salî û Hatûn Aslan a 71 salî hate dayîn.   Biryara domandina girtina Meryem Soylû a 79 salî û Hatûn Aslan a 71 salî yên di çarçoveya lêpirsîna derbarê Komeleya Piştevaniya Yekitî û Çandê ya Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirin (MEBYA-DER) de hatibû destpêkirin de bi angaşta ‘endamtiya rêxistinê’ ya hatibûn girtin hate dayîn.   Di nirxandinên li ser Soylû û Aslan de hate hînbûn ku sûcên wan sûcên katalogê ne, li gorî bendewariya ku cezayê lê bê birîn, îhtimala revînê bi hêz e û kontrolên tedbîrên edlî wê têrê neke, biryara domandina girtinê dane.   Li Amedê, di lêpirsîna navbera 27’ê Sibatê û 3’yê Adarê ya li ser rêveberiya MEBYA-DER’ê de rêveberên komeleyê jî di nav de 29 kes hatibûn destgîrkirin.