Gergerlîoglû hat binçavkirin 2021-04-02 20:49:29   NAVENDA NÛÇEYAN - Omer Farûk Gergerlîoglû yê HDP'î ku parlementeriya wî hatibû betalkirin, hat binçavkirin. Gergerlîoglû got: "Berxwedan, jiyan e."    Omer Farûk Gergerlîoglû yê HDP'î ku parlementeriya wî hatibû betalkirin, ji ber cezayê lê hatiye birîn hat binçavkirin. Gergerlîoglû ku gotibû ez ê teslîm nebim, polîs çûn mala wî û li malê ew binçav kirin.    Kurê wî Salih Gergerlîoglû li ser hesabê xwe yê twîtterê got: "Hatin bavê min bigirin."    Salih Gergerlîoglû, di parvekirina xwe de diyar kir ku nehiştine bavê wî pêlava xwe jî têxe pê û got: "Heman rezalet cardin dubare kir. Nehiştin pêlava xwe jî têxe pê, zûzûka wî birin."    Polîsan Gergerlîoglû bir Edliyeya Enqereyê. Piştî biryara girtinê radestî destê Gergerlîoglû bê kirin, ê wî bibin girtîgehê.