ROJEVA 3'YÊ NÎSANA 2021'AN 2021-04-03 09:00:09   * Nûnerên sendîkayan diyar kirin ku kardêr hinceta Kod 29'ê wekî çoyekî bi kar tînin li hemberî karkeran. Nûneran, anî ziman ku ev êrîş, êrîşeke li dijî çîna karkeran e û ji bo têkoşînê bang kirin.    * Rêxistinên jinan, destnîşan kirin ku li dijî êrîşên li ser jinan "Plana Çalakiyê ya Tevdîra Lezgîn" pêdiviyeke bivê nevê ye û got: "Hevdîtina mezin a jinan şert e. Divê hêrsa jinê xwe birêxistin bike. Destpêka vê dibe ku greva jinê ya mezin be."    * Parêzer Alî Aydin, anî ziman ku muwekîlê wî telefonî wî kiriye û jê pirsiye "Gelo ez dikarim welayeta zarokê xwe wergirim?" Parêzer Aydin got: "Pirsên bi vî rengî pir tên kirin. Ev jî nîşan dide ku mêr dibêjin qey xwediyê gelek mafan e."    * Di 4'ê Nîsana 2009'an de di dema meşa Amarayê de Mahsûm karaoglan û Mûstafa Dag jiyana xwe ji dest dabûn. Bav Abdûrrahman Karaoglan got: "Li tu devera cîhanê pirsgirêk bi tahdeyê nehatine çareserkirin. Li vir jî nayên çareserkirin. Em doza çareseriyeke li ser esasên heq, hiqûq û edaletê dikin."    * Jinên gundê Kuçukkaleyê nerazîbûna xwe ya ji bo çêkirina kanên mermeran anîn ziman û destnîşan kirin ku wekî zarokên xwe li darên xwe yên zeyntûnan miqate ne û wê qebûl nekin ku darzeytûnên wan bibin qurbana kanên mermeran.    * Hêlîn Bolek, bi daxwaza "bila qedexeyên li ber lidarxistina konseran bi dawî bibin" 288 roja di greva birçîbûnê de mabû û jiyana xwe ji dest dabû. Dêya wê Aygul Bîlgî got: "Bila neyê jibîr kirin bê çima Hêlînê jiyana xwe ji dest daye."    * Gundê Midunê yê girêdayî navçeya Hezex a Şirnexê ku ji aliyê Sûryaniyan ve tê bi rêveberin ji 3 gundên Suryaniyan yek e. Dayika Seydîm Dogankilic der barê kar û barê gundê xwe de axivî û got: "Li vir kar zêdetir li ser milê me jina ne. Lê em bi keddayînê kêfxweş dibin."   * Dayikên Şemiyê wê çalakiya xwe ya ji bo aqûbeta xizmên xwe yên winda di 836’emîn de bi awayekî onilne li dar bixin. (12.00)    * Rêxistina HDP'ê ya Amedê û hemû sazî ji bo spasiya Newrozê dê Tesîsên Demîrokê bi gel re bên gel hev û bernameyek li dar bixin. (12.00)   * Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD'ê ya Amedê di hefteya 634'emîn de çalakiya xwe ya "Bila Winda bên dîtin û faîl bên darizandin" de bi awayekî online li dar bixin. (12.00)    * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, di hefteya 471'emîn de çalakiya xwe ya "Rûniştina F" li ser hesabê xwe yê medya civakî li dar bixe. (13.30)   *Çalakiya nobeta edaletê ya Malbata Şenyaşar wê di roja 26'emîn de li ber Edliyeya Rihayê bidome.