12 sal derbas bûn: Hîn jî lêpirsîna derbarê mirina Karaoglan û Dag wekî berê ye 2021-04-03 09:08:21 AMED - Di 4'ê Nîsana 2009'an de di dema meşa Amarayê de Mahsûm karaoglan û Mûstafa Dag jiyana xwe ji dest dabûn. Bav Abdûrrahman Karaoglan got: "Li tu devera cîhanê pirsgirêk bi tahdeyê nehatine çareserkirin. Li vir jî nayên çareserkirin. Em doza çareseriyeke li ser esasên heq, hiqûq û edaletê dikin."    Di 4'ê Nîsana 2009'an de bi deh hezaran kes ji bo rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz bikin ber bi gundê Amara yê navçeya Xelfetî ya Rihayê ve meşiyabûn. Polîs û eskeran girseyê li texma Karataş a Bêrecûkê dabû sekinandin û bi bombeyên gazê, fîşekên plastîk û fîşekên bera bera girseyê dabûn. Di dema mudaxilekirinê de xwendekarê Beşa Matematîkî yê Zanîngeha Dîcleyê Mahsûn Karaoglan û bavê du zarokan Mûstafa Dag jiyana xwe ji dest dabûn. Dozgeriya Komarê ya Bêrecûkê derbarê mirova Karaoglan û Dag de lêpirsîn dabû destpêkirin. Lê belê 12 sal derbas bûne, hîn jî lêpirsîn wekî berê ye. Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê, derbarê bûyerê de doza tazmînata îdarî kiribû, lê belê doz hatibû redkirin. Komeleyê du sal berê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dabü.    Abdûrrahman Karaoglan, bavê Mahsûm Karaoglan, destnîşan kir ku kurd ji ber ku doza çand û zimanê xwe dikin û ji bo vê têdikoşin, tên kuştin û kurê wî Mahsûm jî yek ji wan kesan e ku di vê têkoşînê de hatiye kuştin.    FÎŞEKA PLASTÎK    Bav Karaoglan, anî ziman ku gava kurê wî xwendekarê zanîngehê bûye dawiya ehr hefteyê dihat malê, lê belê hefteya pîrozbahiya Amarayê gotibû "karê min heye, ez ê vê hefteyê neyêm." Bav Karaoglan, diyar kir ku di dema mudaxileyê de fîşeka plastîk a eskeran li qelbê Mahsûm ketiye û ji ber vê jiyana xwe ji dest daye.    Bav Karaoglan got: "Em çûn dozgeriya Bêrecûkê. Dozger, got dê dozê bişopînin. Gava cara sisêyan çûm dozgeriyê, ji min re gotin 'Bes were, derbarê dosyeyê de biryara veşarî heye.' Heya niha tu tişt jê derneketiye."    ‘POLÎTÎKAYÊN DEWLETÊ DILÊ ME DIXELÎNE'    Karaoglan, destnîşan kir ku kurd bi mirinê naqedin û got: "Kurdan, tiştekî şaş nekiriye. Wekî gelên din ên cîhanê, ji bo çand û zimanê xwe têdikoşin. Lê dewlet qebûl nake. Kurd tên kuştin. Kuştin, barbartî ye. Seddam jî li Helebê kurd kuştin, lê dawiya wî diyar e. Li tu devera cîhanê pirsgirêk bi tahdeyê nehatine çareserkirin. Li vir jî nayên çareserkirin. Em doza çareseriyeke li ser esasên heq, hiqûq û edaletê dikin. Tiştekî ku mîdeya mirov ew qebûl eke, heram e. Ev polîtîkayên dewletê jî dilê me dixelînin. Heram in."