Li Edeneyê polisan 8 kesan binçav kirin 2021-04-03 09:14:47   EDENE – Li Edenê polisan bi ser malan de girt û 8 kesan binçav kirin.   Di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Edenê ve hatibû destpêkirin de polisan li Edenê bi ser gelek malan de girt. Polis, bi şikandina deriyê malan ketin hundir, lêgerîn pêk anîn û gelek amûrên li malan desteser kirin. Di serdegirtinan de 8 kesan jî binçav kirin.  Polisan kesên binçav kirin birin Miduriyeta Polisan a Edeneyê.