Dêya Hêlîn Bolek: Bila neyê jibîrkirin ku ji bo çi jiyana xwe ji dest daye 2021-04-03 09:19:15 STENBOL - Hêlîn Bolek, bi daxwaza "bila qedexeyên li ber lidarxistina konserên wan bi dawî bibin" 288 roja di greva birçîbûnê de mabû û jiyana xwe ji dest dabû. Dêya wê Aygul Bîlgî got: "Bila neyê jibîrkirin çima Hêlînê jiyana xwe ji dest daye."    Endama Grup Yorûmê Hêlîn Bolek, di 3'yê Nîsana 2020'î de di roja 288'an a çalakiya greva birçîbûnê de jiyana xwe ji dest dabû. Boleka 28 salî di sala 2016'an de tev, 7 hevalên xwe hatibû binçavkirin û paşê hatibû girtin. Li Girtîgeha Gebzeyê ya Tîpa M'yê de tevî hevalên xwe yên komê ji bo qedexeyên li ber lidarxistina konseran rabin dest bi greva birçîbûnê kiribû û di roja 152'yan a grevê de, di 20'ê Gulana 2019'an de, tevî hevalê xwe yê komê Îbrahîm Gokçek ji Girtîgeha Gebze ya Tîpa M'yê derketibû û çalakiya xwe ya greva birçîbûnê li Mala Berxwedanê ya Sariyerê domandibû. Di 20'ê Çileya 2020'î de jî çalakiya xwe veguherandibû rojiya mirinê û di 3'yê Nîsanê roja 288'an a çalakiyê de jiyana xwe ji dest dabû û hevalê wê Îbrahîm Gokçek jî di roja 324'an a çalakiyê de jiyana xwe ji dest dabû.    'EM HEVAL BÛN'   Dayika wê Aygul Bîlgî, anî ziman ku ew û keça xwe wekî du hevalan bû û got: "Gava hin kes pê dihesiyan em dê û keç in, şaş diman. Em biçûna ku em bi hev re bûn. Me fîlmên nû pêşniyarî hev dikirin. Her wiha guh li derdên her kesî dikir. Gava min digot, tu jî li ber dikevî, digot 'dayê pêdiviya wan bi min heye.' Pir xweş bi mezinan re jî diaxifî. Ne zarokeke nehs bû. Zarokeke jîr bû."    Bîlgî, bilêv kir ku keça wê pir ji pirtûkan hez dikir û got: "Ji xeynî vê bi basketê jî dilîst. Resm çêdikirin. A rast hêla wê ya hunerî xurt bû. Ji zarokatiya xwe ve distriya. Bi çi re eleqedar bû, min negot na. Berevajî min ew teşwîq dikir. Xwestibû reman çêbike, min wê şand kursê. Di 12 saliya xwe de tevî ciwanên amadekariyên zanîngehê dikirin resm çêdikirin. Mamosteyê wê, wê wekî mînak nîşan dida. Di xwendekariya xwe de jî serketî bû. Dibistana seretayî û navîn li Amedê kuta kir. Lîseyê li Stenbolê kuta kir û li Çanakkaleyê jî beşa Maliyeyê kuta kir."    JI ZAROKATIYA XW EVE DISTRIYA   Bîlgî, bilêv kir ku keça xwe li ber muzîkê di xew re radikir û gava keça wê bi ziman bûe, dest bi strana kiriye. Bîlgî got: "Di 8-9 saliya xwe de enstruman nas kirin. Ji stranan hez dikir. Xweş dstriya. Di sala 2013'an de li zanîngehê Grûp Yorûmê nas kir. Heya sax bû bi Grûp Yorûmê re striya."    SERBILIND IM    Bîlgî ku got "Gava stranên ji bo gel, derbarê zilma li gel hatiye kirin digot, hin kesan ji dil û can guh lê dikir, hin kes jî hebûn hez ji van stranên wê nedikirin" behsa salên girtîgehê yên keça xwe kir: "Çend caran hat girtin. PIştî hat berdan bi demek kurt cardn hat binçavkirin û girtin. Êrîşeke sîsteatîk hebû. Ji ber beyanên îtirafkarekî hat girtin. Sirgûn gelek girtîgehan hat kirin. Gava li kepsûtê bû hat berdan. Gava em bi wesayîtê çûn dû wê, di rê de xebera binçavkirina wê hat. Çawa derket werê jî hat girtin. Di dema girtinê de ez tim li cem wê bûm. Ez çûm cem wê. Bûm dengê wê. Ew zaroka min bû, min qet ew bi tenê nehişt. Tekane zaroka min bû. Keça min, ne keçeke xirab bû. Gava tiştekî xirab bikira min ê fedî bikira, lê wê ji ber tiştên baş kir, ez pê serbilind im."    EM LI CEM ZAROKÊN XWE BÛN    Bîlgî, bibîr xist ku keça wê li girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kiribû û gava hatiye berdan li Armûtlûyê li mala berxwedanê bi cih bûye û li wir çalakiya xwe ya greva birçîbûnê veguherandiye rojiya mirinê. Bîlgî, destnîşan kir ku ew malbat tim li cem berxwedana zarokên xwe bûne.    KEÇA MIN TIŞTEKÎ XIRAB NEKIR    Bîlgî, destnîşan kir ku gelek kes hene hê jî fêm nekirina ji bo çi ew malbat xwedî li berxwedana zarokên xwe derketine û ji wan pirsîne "çima" û got: "Ji bo meriv vê pirsa çima fêm bike, pêşî divê mirov zanibe vê ev zarok kî ne, çi dikin û doza çi dikin. Ma tiştekî wisa hêsan e ku miroveke ciwan û 28 salî dest bi rojiya mirinê bike. Ma qe li vê jiyanê tu tişt nedixwestin? Lê bedena xwe dan ber mirinê. Divê ev bi vî awayî têkeve ber lêpirsînê. Lê ji dêvla vê rabûn, ez dam ber lêpirsînê, ji ber ku li cem wê bûm. Ma keça min çi kir? Qey tiştekî xirab kir? Tenê sûcek wê hebû; ew jî li cem gelê xwe bû. Ez heya dawiyê li cem keça xwe bûm. Rojekê Hêlînê ji min re got, 'Spas dayê.' Gava min jê pirsî, 'çima?' Got, 'ji ber ku tu li cem min î.' Min jî got, 'ez mecbûr im li cem te bim."    Dayik Bîlgî, bilêv kir ku heya kêliya dawiyê jî Hêlîn li ser hişê xwe bûye û got: "Min jê re digot, heya serketinê ez ê li cem te bim."    NIKARIN GRÛP YORÛMÊ BIQEDÎNIN    Bîlgî, destnîşan kir ku daxwazên Bolek û Gokçek, daxwazine qebûlkirin û pêkanîna wan mimkun bûn û got: "Ê Grûp Yorûm her tim bistrê. Nikarin Grûp Yorûmê biqedînin. Heya em bîranînên wan zînde bikin ê hebin."    BILA ALAYÊ HILGIRIN    Bîlgî ku got "Bila neyê jibîrkirin bê Hêlîn ji ber çi jiyana xwe ji dest daye" û got: "Bila bidin dû vê. Bila gavên xwe deynin şûna gavên wê û wisa bidomînin. Divê ji cihê ku wê hiştiye bidomînin. Bila wekî pêşbaziyeke alayê bifikirin. Hêlîn para xwe beziya, alayê dirêj dike û bila wê alayê hilgirin. Bila wê alayê bigihînin armancê."    MA / Kadîr Guney