Şaredariya Rendeyê hemwelatîbûna rûmetê da Ocalan 2021-04-03 11:07:02 NAVENDA NÛÇEYAN – Şaredariya Rende ya Cosenza ku bi ser herêma Calabrîa ya Italyayê ve ye hemwelatîbûna rûmetê da Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan.   Meclîsa Şaredariya Rende ya Cosenza ku bi ser herêma Calabrîa ya Italyayê ve ye bi yek dengî hemwelatîbûna rûmetê da Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan. Şaredarê Rendeyê Marcello Manna, li meclisa şaredariyê têkildarî mijarê axivî. Manna, diyar kir wî dengê xwe daye hemwelatîbûna rûmetê ya Ocalan û wiha got: “Bi vê biryarê me xwest giringiya mafê mirovan destnîşan bikin. Bi me çalakiyeke hewce ye ku were destnîşankirin li Tirkiyê mafê mirovan tê redkirin.”   ‘OCALAN JI BO AŞTIYÊ TÊDIKOŞE’   Manna, destnîşan kir Ocalan ji bo ku pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane çareser bibe têdikoşe û ev tişt gotin: “Konfederaliya demokratîk a ku Ocalan pêşniyar kiriye, modêleke alternatîf a civakî ye ku xwe dispêre ser wekhevî, cihêrengiya etnîk, dîn, çandî û zayendî.   SEMBOLA TÊKOŞÎNA AZADIYÊ   Endama Komîteya Çandê ya Meclîsa Şaredariyê Marta Petrusewîcz jî ku xelata Buroya Aştiyê ya Navnetewî (IPB Italya) ya 2016'an dabû Ocalan jî got ku ne tesadûf e layiqî vê xelatê hatiye dîtin, Abdullah Oalan ku di pêvajoya aştiya Rojhilata Navîn de bi roleke kilîdê ye, sembola têkoşîna azadiyê ya gelê kurd e.   Petrusewîcz, diyar kir ku Ocalan ji bo têkoşîna çekdarî ya ji 40 salan zêdetir dewam kiriye bîne ser aştiya dadmen û mayînde têkoşîna siyasî dide û wiha pêde çû: “Ev 22 sal in li girtîgeha taybet a tirk a li girava Îmraliyê tecrîd li ser tê danîn. Mafê mirovan tê binpêkirin, tim talûke li ser jiyana wî heye, nayê hiştin ku malbat û parêzer wî bibînin.”   ‘ÎŞKENCE LI KURDAN DIKIN’   Endama Meclîsê Lîsa Sorrentîno jî bi bîr xist ku Tirkiye hebûna kurdan înkar dike, gundê wan dişewitine, bi hezaran kurd qetil dike û îşkenceyê li wan dike.   Heta niha li Italyayê gelek şaredariyan hemwelatîbûna rûmetê dane Oacalan. Navê van şaredariyan wiha ne: Palermo, Napoli, Palagonia, Reggio Emilia, Riace, Martano, Pinerolo, Castel de Giudice, Castel Bottaccio, Berceto, Cinquefrondi, Fossalto