Hevalên Ocalan ên zarokatiyê: Her tişt ji bo Kurdan kir 2021-04-03 11:29:51 RIHA - Hevalên zarokatiyê yên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi boneya rojabûna wî ya 72’yemîn ew vegotin. Mehmet Reşît Ocalan, got her tişt ji bo Kurdan kir. Fadîle Yagibasan jî, diyar kir ku tenê yek daxwaza wî hebû, ew jî wekheviya her kesî bû û ev pirs kir: “Ma di vê de çi hebû?”    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê bi operasyoneke navneteweyî teslîmî Tirkiyeyê hat kirin, 22 salin li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Gireva Îmraliyê dibin tecrîdek girankirî de tê girtin. Ocalan di 4’ê Nîsanê de dikeve 72 saliya xwe. Hevalên Ocalan ên zarokatiyê, bi boneya rojbûna wî, ew vegotin.    OCALAN: EV KAR VALE YE    Yek ji heval û gundiyên Ocalan ê li gundê Amara ya girêdayî navçeya Xelfetê ya Rihayê ji dayik bû, Mehmet Reşît Ocalan ê 78 saliye. M. Reşît Ocalan, diyar kir ku li gund erdê wan li kêleka hevbûn û wiha behs wan rojan kir: “Ez ciwan bûm, lê Ocalan hîn zarok bû. Bapîrên me birayên hev bûn. Ji ber vê em her tim li ba hev bûn. Diçû dibistanê û dihat. Carekê bavê min ji min re got, ‘Xerciyekê bide Abdullah, ji dibistanê hatiye .’ Em xizmên hev bûn. Tiştên wiha di navbera me de hebûn. Li Amedê, salek û nîvê memûrtî kir. Em ji wî re digot; ‘Karê te xweşe.’ Wî jî digot, ‘Ev kar valeye.’ Hîna wê demê digot, ‘ezê herim dibîstanên hîn bilindtir.’”    DU QAT BI LEZBÛ   Reşît Ocalan, qala dema di zevî de bi hev re dixebitin jî kir û wiha got: “Em di zevî de bi hevre dixebitîn. Me bi destên xwe nîsk kom dkirin. Ew berî hemû xwişk û birayên xwe diçû. Du qatî xwişk û birayê xwe lez bû. Kesekê pir zîrek bû. Rojekê ez û Serok di zeviya wan de rûniştî bûn. Wê demê tifingeke me hebû. Temenê Serok wê demê biçûk bû. Min kevirek danî dûr û min jê re got, ‘Abdullah em gule berdin vî kevirî. Ka wê kî ji me lê bixe.’ Wî jî qebûl kir. Min gule berda û li kevir xist. Wî jî guleyek berda. Dûre destê xwe hejand û got, ‘Ev ne karê mine.’”   PIR JI DIL BÛ   Reşît Ocalan, anî ziman ku dema Ocalan zarok jî bû, têkiliya wî bi kesên cuda re hebû û wiha pê de çû: “Bi her kesî re hevaltî dikir. Tu carî nimêja wî lê ne diçû. Bêdestnimêj ne diçû tu derî. Hevalên wî yên Tirkmen hebûn. Navbera wan baş bû. Mirovekê pir ji dil bû. Li vê derê, heya niha di navbera Kurd û Tirkmenan tı carî xirab ne bû. Tu carî şer nekirin. Em ji dema bapîrên xwe jî vê dizanîn.”    CÎHAN JI WÎ HES DIKE   M. Reşît Ocalan, bal kişand ser rewşa îro ya hevalê xwe yê zarokatiyê Ocalan û wiha bi dawî kir: “Min pir bêriya wî kiriye. Dema behsa wî tê kirin, ez nikarim biaxivîm. Dewletê niha wî kiriye tecrîdê. Evqas salin di girtîgehê de ye. Dûrê nade ku malbat û parêzerên wî biçin hevdîtina wî. Dema hat darizandin ez çûm dadgeha wî. Lê ez negirtim danişînê. Ez fikirîm ku min nas dike, dema min bibîne, wê keyfxweş bibe. Lê ez negirtim hûndir. Du caran min serlêdan kir, lê nehat qebûl kirin. Min pir dixwest wî bibinim. Niha derbikeve û were, ezê wî hembêz bikim. Ew mirovek cudaye. Cîhan ji wî hes dike. Ne tenê ez, her kes ji wî hes dike. Ji bo malbata xwe tiştek nekir. Hemû ji bo gelê Kurd kir. Niha dibin tecrîdê de ye. Divê ev tecrîd bi dawî bibe. Êdî ev girêdayî wijdana gelê Kurd ma ye. Ez pir silavên xwe li wî dikim. Ez ji çavên wî maç dikim. Înşallah ji wê qadan teng û tarî rizger bibe.”   ‘EZÊ PEYKER DANIM’   Ji hevalên zarokatiyê yên Ocalan, a li gundê Tirkmenan Ereh a girêdayî navçeya Xelfetê ya Rihayê dijî Fadîle Yagibasan e. Yagibasan, di peyva xwe ya ewil a behsa Ocalan kir de wiha got, “Fikir û ramanê wî çibûn ew digot, qet ne ditirsiya.” Yagibasan, dest nîşan kir ku Ocalan bi dayika xwe re dihat gundê wan û wiha  got: “Wê demê em 14 salî bûn. Avahiyeke ji kevir hatibû çêkirin hebû. Li wê meze dikir û got, ‘Ez li vê derê peykerekê danim.’ Zarok pir bi edeb bû.”    TEKANE DAXWAZA WÎ WEKHEVÎ BÛ    Yagıbasan, derbarê girtin û tecrîdkirina Ocalan de jî wiha berteka xwe anî ziman: “Tu sûcekê wî tuneye. Niha, vale vale di girtîgehê de tê girtin. Gelo çi kiriye? Zirar daye kî? Ez dixwazim bê berdan. Mirov ne kuştine. Rêya kesekê ne biriye. Ma çi kiriye? Xizmê mine. Ma mirov bêriya xizmê xwe nake? Heyfe ku evqas di girtîgehê maye. Tekane daxwaza wî wekheviya her kesî bû. Ma di vir de çi heye?”   MA / Lezgîn Tekay - Bariş Polat