Li Girtîgeha Amedê kemera DAÎŞ’ê! 2021-04-03 12:55:26 AMED - Hat diyarkirin ku DAIŞ’iyên li qawişên girtîgehên ewlehiya bilind ên hejmarên 1 û 2 yên Amedê hatine bicihkirin, gef li girtiyên siyasî dixwin. Beriya demekê ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê, bi sedan girtî bi awayekî komî sewqî girtîgehên ewlehiya bilind ên hejmarên 1 û 2 yên di heman kampûsê de cih digirin hatin kirin. Hat diyarkirin ku dema sewqan tiştên girtiyan yên ku dest danîne ser wan nedane girtiyan û li dijî pêkanînên taybet xistine meriyetê. Piştî van pêkanîn hat ragihandin ku li girtîgehên ewlehiya bilind ên hejmarên 1 û 2 di navbera qawişên girtiyên siyasî lê dimînin DAIŞ’î hatine bicihkirin. Hate diyarkirin ku DAIŞ’iyên ku xistine nava odeyên girtiyên siyasî, gef li girtiyan dixwin.   ‘BILA EV PÊKANÎN BI DAWÎ BIBE’   Malbatên girtiyan, derbarê mijarê de dan zanîn ku DAIŞ’iyan bi awayekî zanebûn xistina nava qawişên zarokên wan û diyar kirin ku gefên DAIŞ'iyan jî li binpêkirinên mafan ên li girtîgehan didomin zêde bûn. Malbatan, diyar kir ku ji ber gef û pêkanînên li girtîgehan bifikar in û xwestin DAIŞ’î ji nava qawişên zarokên wan bên derxistin û dawî li vê pêkanînê bê.   KEMERA EREBAN ÇÎ YE?   “Kereme Ereban” a piştî sala 1962’yan ku bi armanca guhertina gelheya Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê li serê dihat axaftin bi demê re ast bi asta pêk hat. Ji bo heremên kurd lê dijîn, ji hev veqetînin li van hereman bi hezaran malbatên ereban hatin bicihkirin. Rewşeke weke vê niha li heman heremê dixwazin bi destê Tirkiyeyê firehtir bikin.