Nexweşê penceşêrê Şemsettîn Ozer berdin 2021-04-03 13:30:30 ENQERE - Înîsiyatîfa Ji Bo Girtiyên Nexweş Azadî, diyar kir ku girtiyê nexweşê penceşêra gewriyê Şemsettîn Ozer li şûna li nexweşxaneyê be, di qawişa karantînayê ya girtîgehê de tê girtin û wiha bertek nîşan da: “Divê Ozer tavilê bê berdan û li nexweşxaneyê bê dermankirin.”   Înîsiyatîfa Ji Bo Girtiyên Nexweş Azadî, ji bo ku balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweşiyên wan giran her heftê çalakiyê li dar dixe. Înîsiyatîfê, çalakiya xwe ya hefteya 333’emîn bi vîdeoyekê li ser hesabê xwe yê medya civakî li dar xist.   Endama Desteya Rêveber a Navenda (MYK) Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Nûray Çevîrmen, di çalakiyê de daxuyanî da û bal kişand ser rewşa girtiyê nexweşê giran ê penceşêra gewriyê Şemsettîn Ozer (52) ê 27 salin girtiye. Çevîrmen, diyar kir ku têkildaî rewşa Ozer agahî ji xizmên wî girtine û wiha axivî: “Ozer ji sala 1995’an ve girtiye. Nexweşiyên Ozer ên weke ulser, tansiyon, demar, migren û sînuzîtê hene. Di heman demê de, nexweşiya penceşêra gewriyê ya giran pê re heye. Malbata wî di 30’ê Adara 2021’an de serî li ÎHD’ê da û xwest cezayê wî bê taloqkirin. Rewşa Ozer ne başe û her diçe giran dibe. Ozer li şûna li nexweşxaneyê be, di qawişa karantînayê ya girtîgehê de tê girtin. Ji bo ku Ozen di şert û mercên baş de bê dermankirin, divê bê berdan.”    BANGA HESTIYARIYÊ   Birayê Şemsettîn Ozer Alî Riza Ozer jî, da zanîn ku birayê wî nikare bi tena serê xwe bijî û wiha got: “Nexweşiya wî ya penceşêrê asta 3’yemîn derbas kiriye. Rewşa wî girane. Lê di qawişa karantînayê de tê girtin. Bi vê hincetê destûr nehatiye dayîn ku parêzer wî bibînin. Birayê min di hevdîtina telefonê ya wî de, ji me re got, revîra nexweşxaneyê bi wî re eleqeder nabe û nikare bi tena serê xwe bimîne. Roj bi roj rewşa  wî giran dibe. Divê demildest li derve dest bi tedawiya wî bê kirin. Em bang li tevahiya raya giştî dikin ku ji bo azadiya girtiyên nexweş bi hestiyar tevbigerin.”