ÎHD: Akinci yê tê gotin ku sal û nîv temenê wî maye berdin 2021-04-03 15:14:39   STENBOL - ÎHD’ê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Eywaz Akinci yê 76 salî ku tê gotin sal û nîv temenê wî maye û xwest bê berdan.   Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa Komeleya Mafê  Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, bi armanca balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, çalakiya xwe ya “Rûniştina F” a hefteya 471’emîn, ji ber pêvajoya pandemiyê li ser hesabê xwe yê medya civakî li dar xist. Komîsyonê di çalakiya xwe ya vê heftiyê de, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweşê giran Eyvaz Akinci yê li Girtîgeha Tîpa T a Metrîsê dimîne.   PENCEŞÊRA KEZEBÊ   Endamê Lijneya Rêveberiya Şaxa ÎHD’ê yê Stenbolê Ferît Barût, anî ziman ku Eywaz Akinci nexweşê tansiyona bilind, astim, bronşît, KOAH, dil û mîdê ye. Barût, ragihand ku Akinci ji pişta xwe emeliyat bûye û bi emeliyatê beşeke rûviyên wî hatiye wergirtin. Barût, anî ziman ku teşhîsa kansera kezebê ya di asta sêyemîn de ji bo Akinci hatiye kirin.     'HER ROJA GIRTÎ DIMÎNE GEFE JI JIYANA WÎ RE'   Barût, diyar kir ku beriya 4 mehan bijîşkan gotiye ku dê Akinci sal û nîvekê bijî û wiha berdewam kir: “Akinci dema li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Yedîkûle 6 rojan tedawiya radyoterapî û rojekê kemoterapî di dît, ji doza beriya 10 salan a bi îdeaya 'Ji rêxistinê re bizanebûn alîkarî kirin' cezayê wî 4 sal û 6 meh yê girtîgehê hatibû pêjirandin û di 22’ê Adarê de hatibû girtin û biribûn Girtîgeha Tîpa T a Metrîsê. Akinci, ji ber nexweşiyên xwe nikare tenê bijî. Her roja di girtîgehê de tê girtin, ji jiyana wî re gefeke.”    Barût, da zanîn ku ji daxwaza taloqkirina cezayê Akinci re hêj tu bersiv nehatine dayîn û xwest ku demildest bê berdan.