Di ‘Newrozê’de bersiva kesên ku dixwazin partiya me bigirin hat dayîn 2021-04-03 15:52:36 AMED – Endamê PM’a HDP’ê Îbrahîm Erkul, di şahiya gel de diyar kir ku bi agirê Newrozê bersiva kesên ku dixwazin partiya wan bigirin hatiye dayîn û ev tişt got: “Ev gel û partî dîrok dinivisîne.”   Rêxistina HDP’ê ya Amedê, ji bo ku spasiya Newrozê bike û bersiva girtina HDP’ê bide, li eywaneke dewetê ya li navçeya Yenîşehîrê şahiya gel li dar xist. Parlamenterê HDP’ê Dersim Dag, Semra Guzel, rêveberên navçe û bajar, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîn ên li bajar û gelek welatî tevlî şahiyê bûn. Li eywana bi alên HDP’ê hat xemilandin pankarta “Wê HDP di rêya xwe bimeşe. Em ê HDP’ê biparêzin, Em ê vê nêrînê û kesên ku vê nêrînê afirandine bi her awayî biparêzin û bi awayekî bihêz radestî kesên li pey xwe bikin” hat daleqandin.   ‘DI NEWROZÊ DE BERSIV HAT DAYÎN’    Şahiyê bi rêzgirtina ji bo kesên ku di têkoşîna demokrasi, azadî û aştiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Serokwekîlên Rêxistina HDP’ê ya Amedê Îrfan Soner û Gulşen Ozer, axaftina vekirina şahiyê kirin û destnîşan kirin ku bi beşdariya sed hezaran di Newrozê de bersiva mezin a kesên ku dixwazin HDP’ê bigirin hatiye dayîn û ji bo beşdariyê spasiyê herkesî kirin.    ‘GEL Û PARTÎ DÎROK DINIVISÎNE’   Piştre Endamê Meclisa Partiyê (PM) ya HDP’ê Îbrahîm Erkul axivî û ev tişt got: “hem di 8’ê Adarê de hem jî di Newrozê de jin û ciwanên ku qadan tije kirin bersiveke bihêz dane faşîstan. Dê bi gel re li hemberî êrişan bê rawestandin. HDP bit irs û êrişan têk naçe. Di bingeha HDP’ê de felsefe û mîrateya berxwedaneke mezin heye. Ên ku ditirsin ew in, ji ber vê êriş dikin. Bila neyê jibîrkirin ku ev gel û aprtî dîrok dinivisînin.”   ROJBÛNA OCALAN   Di berdewamê de Erkul, bal kişand ser 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û diyar kir ku 4’ê Nîsanê ne tenê rojbûna kurdan di heman demê de rojbûna hemû gelên Rojhilata Navîn e.    Piştî axaftinan kesên di eywanê de bi hev re durişmên mîna “Rojbunate piroz be ey serok Apo”, “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana zindana” û “Bê serok jiyan nabe” berz kirin.    Şahî bi girtina govendê bi dawî bû.