Gergerlîoglû birin Girtîgeha Sincanê 2021-04-03 16:08:35   ENQERE - Wêkilê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû yê li nexweşxaneyê dihat dermankirin, beyî ku agahiyê bidin tu kesî, birin Girtîgeha Sîncanê.    Omer Farûk Gergerlîoglû yê HDP’î yê di serdegirtina malê de bi lêdanê hat binçavkirin, birin Girtîgeha Sîncanê. Li gorî agahiyên Parlamenterê HDP’ê yê Agiriyê Abdullah Koç dan, Gergerlîoglû yê dermankirina wî di nivî de hat birîn, birine Girtîgeha Sîncanê.   JI NEXWEŞXANÊ REVANDIN   Heyeta HDP’ê li nexweşxaneyê çû serdana Gergerlîoglû lê derbarê tendirustiya wî nikaribû tu agahiyan werbigire. Amîrê Îdareya Meclîsê Mahmût Togrûl diyar kiribû ku Gergerlîoglû ji nexweşxaneyê hatiye revandin û ew nizanin ku Gergerlîoglû birine ku derê.