Li Antalyayê 2 kes hatin berdan 2021-04-03 17:00:10   ANTALYA - Li Antalyayê du kesên di serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin hatin berdan.   Serdozgeriya Komarê ya Antalyayê di çarçoveya lêpirsîneke bi rêve dibir de, di 30’ê Adarê de, di serdegirtinên malan de Endama Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Songul Şarkli û Selma Yavûz hatibûn binçavkirin. Piştî îfadeyên Şarkli û Yavûz ên li Miduriyeta Polîsan hatin girtin, îro sewqî Edliya Antalyayê hatin kirin.    Dozger jî piştî îfadeyan Şarkli bi daxwaza şertê kontrola edlî û Yavûz jî bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kirin” bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayê ya Sûlhê ya Antalyayê kirin. Dadgehê Şarkli û Yavûz bi şertê kontrola edlî serbest berdan.