Ozbûdûn: Li holê ne zanist ne jî akademî ma 2021-04-04 09:00:34 STENBOL - Akademîsyen Sîbel Ozbûdûn, anî ziman ku îqtidara AKP'ê nava akademiyê vala kiriye û got: "Li holê ne zanist ma ne jî akademî. Niha zanîngeh bi hikmên zilamekî tên birêvebirin."  Nerazîbûnên li dijî tayinkirina rektorê qeyûm Melîh Bûlû ku bi biryara Serokkomar Tayyîp Erdogan tayinî Zanîngeha Bogazîçiyê hatibû kirin didomin. Çalakiyên xwendekar, akademîsyen û gel ên li dijî rektorê qeyûm 3 meh i dû xwe hiştin.    Akademîsyen Doç. Dr. Sîbel Ozbûdûn ku îmze danîbû bû bin danezana "em ê nebin şirîkê vî sûcî" û bi KHK'ê hatibû îxrackirin, rewşa akademiya Tirkyeyê nirxand.    NE ZANIST MA NE AKADEMΠ   Ozbûdûn, anî ziman ku berpirsiyariya sereke ya akademîsyenekê/î ew e ku ehlê zanist, jiyan û kedê be. Ozbûdûn, diyar kir ku di salên 1990'an de rewşa zanînegan ku teslîmî pyaseyê hatibûn kirin rexne kiribûn û got: "Me herî zêde rewşa zanîngehan ku bi êrîşên neolîberal re rû bi rû mabûn û ketibûn bin banê sermayeyê, dida ber nîqaşan. Ez bêriya wan rojan dikim. Ji lew re niha li holê ne zanist ma ne jî akademî. Niha zanîngeha bi hikmên zilamekî tên birêvebirin."    TEVGEREKE ROVANŞÎST    Ozbûdûn, AKP'ê wekî tevgereke robanşîst (tolhilgêr) pênase kir û got: "Partiyeke siyasî-îslamî ye. Ji bo civakê li gor xwe ji nû ve birêxistin bike tim tim îşaret bi hegemonyaya çandî deike." Ozbûdûn, bilêv kir ku yek ji qadên ku hegemonyaya çandî lê pêk bê jî zanîngeh in û armanca qeyûman jî, zanîngehan têxe bin zapet û rebtê.    ÊRÎŞEKE TOPYEKÛN    Ozbûdûn, bibîr xist ku tayinkirina rektoran di sala 2016'an de bi biryarnameyekê bi temamî ketiye destê serokkomar û "hlbijartinên sixte" yên YOK'ê yên berê bi vî awayî ji holê hatine rakirin. Ozbûdûn, destnîşan kir ku tayinkirina rektoran qalîteya zanistê kêm dike û got: "Mesela kesê tayinî Zanîngeha Herranê hatiye kirin dibêje, 'Ji hêla îslamî ve serîtewantina li ber serokkomar ferz e. Liberrabûn heram e.' An jî merhebabûna bi jinekê re, wekî tiştekî ji hilgirtina êgir wêdetir dibîne. Kesê tayinî Zanîngeha Bogazîçiyê hatiye kirin jî kesekî AKP'î ye. Ev, êrîşeke topyekûn e li hemberî zanîngehan. Tevgereke rovanşê ye li dijî zanîngehan."    Ozbûdûn, bal kişand ser zanîngeheke ehlê kedê û got: "Zanîngeh divê li ber sê tiştan serî netewîne. Sermaye, dîn, ,îqtidar." Ozbûdûn di dawiya axaftina xwe de bang kir ku divê her kes xwedî li zanîngehan û akademiyê derkeve.    MA / Berfîn Karaman