42 kesan jiyana xwe ji dest dabûn: Ji dêvla tevdîrgirtinê tenê rê digirin! 2021-04-04 09:00:38 WAN - Li ser rêya Wan-Miksê aşût çêbûbû û 42 kes jiyana xwe ji dest dabûn. Piştî aşûtê her cara ku berf dibare rê tê girtin. Rêwî û ajovanên ji ber vê mexdûr dibin, dixwazin tevdîr bên girtin û rê tim vekirîbe.  Par li ser rêya Wan-Miksê aşût çêbûbû û 42 kes jiyana xwe ji dest dabûn. Niha jî her cara ku berf dibare heman rê tê girtin. Gava xetereya aşûtê kêm be, saet ji 7'Ê sibehê heya 2'yê piştî nîvro destûra çûnhatinê tê dayîn. Ajovan û rêwîyên ji ber vê yekê mexdûr dibin, dixwazin tevdîrine baş bên girtin û rê tim vekirîbe.    Yek ji kesên ku tim di vê rêyê de diçe û tê jî Serokê Partiya ÎYÎ'yê yê Miksê Cevdet Gorunuş e. Gorunuş, diyar kir ku ji ber ku tevdîr nayên girtin gel eziyetê dikişîne. Gorunuş, bilêv kir ku mirov ji bo hin pêdiviyên xwe di rêya Xîzanê re diçin Wanê û got: "Berf tune ye. Li çend cihan ji ber bayê berf kom bûye. Min telefonî cîgirê walî kir. Got, em ê ragihînin midûriyeta rêbejahiyê. Gava em ji midûriyeta polîsan a navçeyê re dibêjin, dibêjin emrê walîtiyê ye." Gorunuş, diyar kir ku ji ber ku rê tê girtin gelek kes ji mecbûrî li otêlan dimînin û got: "Ji ber vê rêwî 200-300 TL mesref dikin. Em dixwazin ev pirsgirêk bê çareserkirin."    Gorunuş, destnîşan kir ku heger pirsgirêk neyê çareserkirin dê tevî ajovanan meşekê li dar bixin û got: "Çima eziyetê li vî gelî dikin? Em dixwazin rayedar dengê me bibihîsin."    SOZÊN HATIN DAYÎN    Ajovan Mehmet Nûrî Leymon jî anî ziman ku ji dêvla ku tevdîr bên girtin rê tê girtin û ji ber vê gelek kes mexdûr dibin. Leymon, bilêv kir ku ji ber ku rê tê girtin gelek rêwî ji bêgavî li otêlan dimînin û got: "Em tim vê eziyetê dikişînin. Ev mesele hel nekirin û çû. Gava bayek an jî baranek bê, rêya me dgirin. Berê me didin rêya Xîzanê. Rêya Xîzanê jî pir dûr e. Kesên pereyên wan tune ne, mexdûr dibin. Saaet di 2'yê piştî nîvro de rêyê digirin Jixwe li Wanê hema em amadekariyên xwe diki saet dibe 2. Gelê Miksê perîşan bûye. Em dixwazin rê vekirîbe û soza ji bo tunelê hatiye dayîn bi cî bê. Em bacê didin, nexwe divê xizmet bê kirin. Car heye tenê 4 rêwî hene. Ji bo em di wext de bigihên em li benda rêwiyan jî nasekinin. Ji ber vê heqê mazotê jî bi dest me nakeve û hem em hem jî rêwî mexdûr dibin."    Leymon, sozên ku ji bo çêkirina rêya Miksê hatibûn dayîn jî bibîr xistin û got: "Sozên xwe bi cî enanîn. Gotin, em ê rêya we çêbikin û tunelê çêbikin. Di dema hilbijartinê de gotin. Lê hilbijartin qediya, soz jî çûn. Ê ku eziyetê dikişîne ajovan û rêwî ne."    MA / Bariş Donmez