Bavê girtiyê di greva birçîbûnê de: Divê tecrîd bi temamî bê rakirin 2021-04-04 09:00:40 AMED - Şafî Hayme ku kurê wî Mehmet Hayme heya niha li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan gelek caran ketiye greva birçîbûnê, diyar kir ku daxwazên girtiyan daxwazine hiqûqî ne û divê tecrîd bi temamî bê rakirin.  Çalakiyên greva birçîbûnê yên girtiyan ên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di roja 129'an de didomin. Mehmet Hayme ku di Girtîgeha Bolû ya Tîpa F'yê de ye, telefonî bavê xwe Şafî Hayme kiriye û tiştên li girtîgehê diqewimin ragihandiye.    Bav Şafî Hayme, anî ziman ku di 2'yê Nîsanê de bi telefonê bi kurê xwe re axifiye û kurê wî ragihandiye ku ew, Bayram Ekşîk, Metîn Dala û Sûat Dûman ji 1'ê Nîsanê ve di greva birçîbûnê de ne.    Bav Hayme, anî ziman ku kurê wî ji 27'ê Mijdara 2020'î heya niha 3 caran ketiye greva birçîbûnê û di sala 2018'an de jî 87 rojan di greva birçîbûnê de maye. Hayme, destnîşan kir ku daxwaza girtiyan, rakirina tecrîda li ser Ocalan e.    ‘DIVÊ BI TEMAMÎ BÊ RAKIRIN'    Hayme, daxuyaniyên Wezareta Dadê yên di dema çalakiya greva birçîbûnê ya 2018'an de ku bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guvenê dest pê kiribû û 200 rojî dewam kiribû, bibîr xistin û got: "Di sala 2019'an de gotin tecrîd rabûe û çalakgeran jî çalakiya xwe bi dawî kiribû. Lê belê piştî çend hevdîtinan cardin hevdîtinên bi Ocalan re hatin qutkirin. Girtî dibêjin, 'em tiştekî bi vî awayî qebûl nakin.' Divê tecrîda li ser Ocalan bi temamî bê rakirin."    EDALET   Hayme, anî ziman ku girtî dixwazin wekî her kesî Ocalan jî hevdîtinê bi malbata xwe û parêzerên xwe re hevdîtinê bike û got: "Edalet divê tenê ne ji bo hêlekê be, divê ji bo her kesî wekî hev be. Em xizmên girtiyan jî edaleteke yekalî qebûl nakin. Divê li gor qanûnan tevbigerin. Em li cem zarokên xwe ne. Divê praêzer hevdîtinê bi Ocalan re bikin û tecrîdê bê rakirin. Ev daxwazine mirovî û hiqûqî ne."    Hayme, bal kişand ser tenduristiya girtiyan jî û got: "Kurê min Mehmet, di sala 2019'an de 87 rojan di grevê de mabû. Girtiyên dikevin grevê hemû nexweş dikevin. Kurê min berê jî nexweş bû. Lê piştî greva birçîbûnê nexweşînên wî zêde bûn. Nikarin xwarinên tûj bixwin. Mîdea wan nerihet bûye. Lewm em bifikar in."    BANGAWAZΠ   Hayme, destnîşan kir ku divê gelê kurd û raya giştî hemû ji bo daxwazên girtiyan hesas bin û got: "Her hefte li Parka Koşûyolûê derbarê çalakiên greva birçîbûnê de daxuyanî tên daîn, divê her kes tevli vê daxuyaniyê bibe û xwedî li girtiyan derkeve. Bila her kes bê ku raya giştî pê bihese û daxwazên zarokên me bên qebûlkirin. Berê di dema grevên birçîbûnê de cenaze ji girtîgehan derketin. Ji bo careke din tiştekî wiha neqewime, divê her kes xwedî li girtiyan û daxwazên wan derkeve."