Ji ber ku ji şer re got 'na' ji peywirê hat girt 2021-04-04 09:13:36 ŞIRNEX - Endama Meclîsa Şaredariya Silopiyê ya HDP'ê Fehîme Sarûhan, ji ber ku ji şer re got 'na' ji peywirê hat girtin û 2 hezar cezayê pereyê mesrefa dadgehê lê hat birîn.   Di sala 2019'an de Arteşa Çekdar a Tirk (TSK) li dijî Rojavayê bajarê Efrînê operasyona "Operasyona şaxa zeytûnê" dabû destpêkirin û li dijî vê operasyonê bertekên civakî rû dabûn. Endama Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan HDP'ê ya Şaredariya Navçeya Sîlopî ya Şirnexê Fehîme Saruhan jî, yek ji kesên bertek nîşan dan bû. Sarûhan li dijî vê operasyonê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî "Ji şer re na" nêrazîbûna xwe nîşan da bû. Piştre Sarûhan di serdegirtina malê ya 13'ê Cotmeha 2019'an hat binçavkirin û bi îdîaya "Propagandeya rêxistinê" hatibû girtin.    Saruhan a hat girtin, dûre bi biryara Wezarata Karên Hundir, ji kar hat dûrxistin. Sarûhan a piştî 3 mehan bi şertê kontrola edlî hat berdan, li dijî biryara Wezareta Karên Hundir, der barê Wezaretê de giliyê sûc li Dadgeha Îdarî ya 2'yemîn a Mêrdînê dike û dixwaze paşve vegere ser karê xwe. Saruhan a  ku mexdûr bû, carek din hat mexdûrkirin û Dadgeha  Îdarî 2 hezar TL cezayê pereyê mesrefa dadgehê lê birî.    BIRYARA BÊŞOPANDINÊ HAT DAYÎN LÊ...   Fehîme Saruhan têkîldarî mijarê axivî. Saruhan, anî ziman ku ji ber ku ji şer re got "na" ew ji kar hat dûrxistin û wiha bertek nîşan da: "Ji ber ku li ser medyaya civakî min li dijî şer got ' Na' ez hatim girtin û ji kar hatim dûr xistin. Ji ber ku ez bê sedem hatibûm  girtin, çend meh şûnde ez  bi kontrola edlî hatim berdan. Pişt re min xwest ku ez vegerim ser peyvira xwe ya şaredariyê. Ji ber ku sedemê dûr xistina min a ji peyvirê ne hiqûqî bû. Ji ber ku min sucek nekirî bû. Hîn ku teblîgata dûrxistina min nehatî destê min ez hatim berdan. Di aliyê hiqûqî ve min serlêdan kir û min xwest ku ez vegerim ser peyvira xwe. Tişta ku ji destê min hatî min kir. Herî dawî ji  dosyayê min re biryara bêşopandinê hat dayîn. Lê li tevî van nehiştin ku ez vegerim ser peyvira xwe. "   'EZ ZÊDETIR MEXDÛR KIRIM'   Saruhan, da zanîn ku vegera serlêdanê mexduriyata wê mezintir kir û wiha dom kir: "Min pişt re  giliyê sûc li Dadgeha îdare ya 2'yemîn a Mêrdînê kir.Min digot,' Ez ê dozê  qezenc bikim û ez ê vegerim ser karê xwe dîsa' Ji ber ku tişta ku ez pê dihatim sucdar kirin biryara bê şopandinê hat dayîn. Lê belê bi daxwaziya Wezîrê Karên Hundir ez ji kar hatim dûr xistin û di heman demê de vegera bersiva giliya suc ez zêdetir mexdûr kirim û 2 hezar cezayê pere ji min re birî.  Em di welateke wisa de jiyan dikin ku em nikarin mafê xwe bixwazin. Bi her awayî mafê me tê binpêkirin. Li vî welatî tu nikarî mafê xwe yê mirovane bixwazî. Ji xwe ez ji xebatê hatim dûr xistin, ez careke din hatim mexdûr kirin. Xebateke min ê ku ez bikaribim vî pereyî razînim tune ye. Di nava zagonên dewleta Tirkiyeyê de hiqûq tune ye. Tu nikarî mafê xwe bixwazî. Kesên ku bibêjin em ê li Tirkiyeyê mafê xwe bi dest bixin bila nekevin wê şaştiyê. Ji ber ku Tirkiye cihê bêmafiyê ye."    MA / Zeynep Dûrgût