Li gundê Ocalan ewil çûbûyê 4’ê Nîsanê hat pîrozkirin 2021-04-04 13:59:54 KOBANÊ – Gelê Kobanê li gundê Elpelûre yê ewil Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çûbûyê, 4’ê Nîsanê roja rojbûna 72’yemîn a Ocalan pîroz kir.   Li Kantona Kobanê ya girêdayî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi hezaran kes, bi şîara “Dem Dema Azadiya Rêb er Apoye” 4’ê Nîsanê roja rojbûna 72’yemîn Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pîroz kirin. Pîrozbahiya roja rojbûna Ocalan li “Mala Rêbertiyê” ya li gundê Elpelûre ya ku Ocalan ewil çûbû wê derê, hat pîrozkirin. Meclîs, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser û Konreya Star, TEV-DEM, hêzên asayîşê û bi hezaran welatî beşdarî pîrozbahiyê bûn.    Piştî dezeyek rêzgirtinê, qeyda dengê Ocalan hat guhdarkirin. Dûre Rêvebera Kongreya Star Raperîn Dêrik di pîrozbahiyê de axivî û wiha got: “4’ê Nîsanê, ji bo jin û gelên Rojhilata Navîn û Kurdistanê roja zayînê ye. Me bi berxwedanê, pergala xwe ya rêveberiya xweser, li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava kir. Heya ku Rêbertiya me azad bibe em ê berxwedana xwe dewam bikin. Jiyaneke bê Rêbertiyê nabe. Ji ber vê em ji vê derê bangî gel dikin, divê em li qadan bin. Divê em kêliyekê bi tenê jî, dest ji berxwedanê bernedin. Divê em êdî deriyên Îmraliyê vekin. Dem dema azadiya Rêbertiya me ye. Jiyaneke bê Rêbertiyê ji me re herame. Ji ber vê em dibêjin Bê Serok Jiyan Nabe.”   SONDA BERXWEDANÊ    Endamê Meclîsa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Bekîr Hecî Îsa jî dûre axivî û bal kişand ser girîngiya fikir û ramana Ocalan a ji bo gelên Rojhilata Navîn.   Îsa, diyar kir ku pêdiviya gelên Rojhilata Navîn bi Ocalan heye û wiha got: “Di saya keda Ocalan de PYD ava bû. Ji ber vê emê weke PYD’ê xwedî li Rêber Apo derkevin. Heya ku Rêber Apo azad bibe emê berxwedana xwe dewam bikin. Em ji vê derê heya Girava Îmraliyê silav xwe ji Rêber Apo re dişînin. Em soz didin ku em ê pergala bi felsefeya Rêber Apo hatiye avakirin, biparêzin.”   JI YPJ’Ê PEYAM   Piştî axaftinan peyama Fermendariya Yekitiya Parastina Jinê (YPJ) şandi bû hat xwendin. YPJ’ê di peyama xwe de 72’yemîn rojbûna Ocalan pîroz kir û bal kişand ser bîr û baweriya Ocalan.     Pîrozbahî piştî gerandina guvendê û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.