4’ê Nîsanê: Ketina Amarayê asteng kirin 2021-04-04 14:38:39 RIHA -Dorpêça bi boneya 72’yemîn rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a li gund dest pê kir, heya Xeltiyê hat. Şendeya ji KCD, TJA’yê, DBP û HDP’ê pêk hat, di ketina Amarayê de hat astengkirin.  Îro roja 72’yemîn rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê 22 salin li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê dibin tecrîda girankirî tê girtin de ye. 4’ê Nîsanê ku her sal bi tevlîbûna bihezaran kes dihat pîrozkirin, îsal cardin hat astengkirin. Esker û polîsan berî çend rojan gundê Amara yê girêdayî navçeya Xelfetê ku Ocalan lê ji dayikbûye, dorpêç kirin. Polîs û esker dûrê nadin ku kes bikeve gund.    Şandeyeke ji Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Parlamentera HDP’ê Ayşe Surucu û aktîvîstên Tevgea Jinên Azad (TJA) pêk tê, xwest biçe gundê Amarayê, lê şande li Xelfetê hat astengkirin. Şandeya ku ji 15 wesayîtan pêk tê, 20 kîlometre nêzî Xelfetê hat rawestandin. Ji bo şandeyê hat gotin ku “qedexeya walîtiyê” heye û bi vî awayî destûr nehat dayîn ku şande bikeve Xelfetê.  Piştî nîqaşa demek dirêj, destûr hat dayîn ku parlamenter Berdan Ozturk, Salîha Aydenîz û Ayşe Surucu yên cihê xwe di şandeyê de digirtin bikevin navçeyê.    KETINA AMARAYÊ ASTENG KIRINÜ   Şandeya ji parlamenteran pêk hat, di ketina gundê Amarayê de, carek din ji aliyê eskeran ve hat astengkirin. Ayşe Surucu bertek nîşan da û got, mafê wan ê geştê tê astengkirin.    Li tesîseke bêhnvedanê ya girêdayî navçeya Bêrecûkê jî, şandeyeke din a Hevserokê Rêxistina HDP’ê yê Halîliyê Muslûm Arslan di navê de bû hat rawestandin û Arslan hat binçavkirin. Polîsan di heman demê de dest danîn se 10 şaxên zeytûnan   Dorpêça li Amara dewam bike.