185 kesên din jî ji ber Kovîd-19’ê mirin 2021-04-04 21:19:03 NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber vîrûsa koronayê di 24 saetên dawî de 185 kes li Tirkiyê jiyana xwe ji dest dan û 41 hezar û 998 pêketiyên nû hatin tespîtkirin.  Wezareta Tenduristiyê tabloya rojane ya vîrûsa koronayê (Kovîd-19) parve kir. Li gorî tabloya îro li Tirkiyê di 24 saetên dawî de 185 kesan jiyana xwe ji dest da û hezar û 508 jî nexweşên nû jî di nav de bi giştî 41 hezar û 998 weqa hatin tespîtkirin. Ji ber vîrûsa koronayê li Tirkiyê bi giştî 32 hezar û 263 kesan jiyana xwe ji dest da û hejmara pêketiyên koronayê jî gihîşt 3 milyon 487 hezar û 50 kesan.