ROJEVA 5'Ê NÎSANA 2021'AN 2021-04-05 09:00:07 * Di serdema pêvajoya aştiyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi gotinên “Li welatek ewqas jin tên kuştin, ez nikarim bibin endamê vê dewletê” bertek nîşanî kuştinên jinan dabû. Ji roja hevdîtinên bi Ocalan re hatin qûtkirin û tecrîd hat kûrkirin yanî ji pêvajoya çareseriyê heta îro herî kêm 2 hezar û 289 jin di encama tundiya zilaman de jiyana xwe ji dest dan.  * Zêdebûna nirxên Dolar û Euro dike ku kelûpelên înşatê û parçeyên wesayîtan jî biha bibin. Esnafan diyar kir ku ji ber kelûpel biha dibin ew nikarin kar bikin.    * Birayê Zulfer Akkûrt ê li Kerboranê hat kuştin Hayrettîn Akkûrt diyar kir ji ber ku wan giliyê komkujiyê kiriye Fermandarê Cendirmeyan ê Kerboranê Alî Tapan ê wê serdemê gef lê xwariye û got: “Em ê dest ji vê dozê bernedin.”    * Endamên rêxistinên ciwanan diyar kirin ku hewldana girtina HDP’ê êrişa li dijî muxalîfan hemû ye û ew ê bi ruhê têkoşîna yekgirtî ji êrişan re bêjin “rawest e.’    * Jinan vekişîna ji Peymana Stenbolê wek “fermana îtaetê” şîrove kirin û gotin: “Armanc ew e ku jinan tehakumî hepsa zilaman bikin. Daxwazên me dikarin serdestiya zilaman bipelixînin.”    * Ayşe Baran diyar kir ku dayika wê di 12 saliyê de bi darê zorê hatiye zewicandin û di encama tundiya zilam de jiyana xwe ji dest daye û xwest biryara betalkirina Peymana Stenbolê paş ve were kişandin.    * Li Afyonkarahîsarê Ş.C.K. ê 16 salî yewmiya xwe ji her du patronên xwe dixwaze. Herdu patron li zarok didin. Derbarê bûyerê de îdianame hat amadekirin û 6 sal cezayê hepsê jê re hat xwestin. Dayika zarok Tulay Taşpinar bertek nîşan da û got. “Edalet li ku ye?”    * Bi hatina biharê re kulîlkên li derdora Çemê Dîcleyê bişkîvîn û rengên van kulîlkan Dîcleyê û Hewselê dixemilîne.   * Çalakiya nobeta edaletê ya Malbata Şenyaşar wê di roja 28'emîn de li ber Edliyeya Rihayê dewam bike.    * Danişîna biryarê ya dozê bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kirin” a derbarê 16 kesên tevlî bîranîna 34 welatiyên li gundê Roboskî yê girêdayî navçeya Qilaban a Şirnexê hatin qetilkirin bibûn de, hatibû vekirin wê li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê bê dîtin. (09.20)   * Şandeya ji Heverokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, parlamenter û aktîvîstên TJA’yê pêk tê, bi şîara “Em li dijî faşîzmê xwe bi rêxistin dikin” wê li Mêrsînê bi gel re bên pa hev. (10.00-20.00)   * Meclîsa Jinan a HDP’ê, beşa duyemîn a kampanyeya “Ji xizantiya jinan re na” ya di çarçoveya kampanyeya “Ji jinan re edalet” a ku dewam dikir de, wê li Rêxistinê Stenbolê civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)   * Navenda Mafên Parêzeran a Baroya Amedê, wê rapora xwe ya têkildarî lêpirsînên derbarê parêzerên endamên baroyê hatin vekirin de, li Salona Konferasê ya Tahir Elçî ji raya giştî re aşkere bike. (11.30)