Danişîna Roboskî hat taloqkirin 2021-04-05 11:04:14   ŞIRNEX - Danişîna biryarê ya doza derbarê 16 kesên tevlî bîranîna 34 welatiyên li gundê Roboskî yê girêdayî navçeya Qilaban a Şirnexê hatin qetilkirin bibûn de hatibû vekirin, bi hinceta “ewraqên kêm” hat taloqkirin.   Danişîna biryarê ya doza bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kirin” a derbarê 16 kesên tevlî bîranîna 34 welatiyên li gundê Roboskî yê girêdayî navçeya Qilaban a Şirnexê hatin qetilkirin bibûn de hatibû vekirin, li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê hat dîtin. Parêzerên 16 kesan beşdarî danişînê bû.    Di danişîna 4’emîn a îro hat dîtin de, şandeya dadgehê bi hinceta “temamkirna ewraqên kêm” danişîn taloqî 14’ê Tîrmehê hat kirin.