MEBYA-DER’ê Yenî Şafak’ê derewand 2021-04-05 12:59:48   AMED – Parêzerên MEBYA-DER’ê, ji bo rojnameya Yenî Şafakê ku bi nûçeyên çêdike wê hedef nîşan dide hişyarî weşandin û xwestin ku rojname nûçeyên xwe biderewîne.   Parêzerên Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên Xizmên xwe li Dergûşa Şaristiyan Winda Kirine (MEBYA-DER), li dijî nûçeya Yenî Şafakê ku derbarê operasyona li dijî komeleyê çêkiribû ketin tevgerê. Parêzeran, têkildarî nûçeya ku bi sernavên mîna “Komeleya Kozmîk a PKK’ê” , “Zarokan şopandin” , “Parêzer, bijîjk, mamoste” , “Dayina pere ya malbatên PKK’iyan” û “Arşîva 1994’an ket dest” derbarê komeleyê de hatibû weşandin hişyarî weşandin û ji rojnameya xwestin nûçeya xwe bi derewîne.